AMED - Li Amedê ji kesên hatin binçavkirin 25 jê sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji van kesan 12 jê hatin berdan û rojnamevan Kîbriye Evren jî di nav de 13 kes hatin girtin.
Li Amedê bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di 9'ê Cotmehê de polîsan avêt ser mala gelek rojnamevan û siyasetmedaran. Di avêtina ser malan de ji kesên hatin binçavkirin 25 jê sewqî edliyeyê hatin kirin. Li dozgeriyê Pinar Tekîn hat berdan. Lê belê rojnamevan Kîbriye Evren û Behçet İne, Celal Yoldaş, Eda Bazancir, Hulya Biçen, Hasret Alp, Sercan Dogan, Aliye Tok, Elif harra, Nevriye Çul, Kumru Tokay, Rifat Roni, Mehmet Temizyuz jî bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Her wiha Abbas Çelik, Emrullah Kaplan, Derya Aslan, Didar Çeşme, Dilnaz Ekmekçi, Seher Tumer, Pinar Sakik Tekin, Selma Metin, Eylem Ceylan, Turki Gultekin, Kadriye Ozcanlı, Mehmet Ay jî hatin berdan.
Her wiha tê payîn rojnamevan û siyasetmedarên din ên hatin binçavkirin jî sibê sewqî edliyeyê bên kirin.