AMED - Kesên li Amedê hatin binçavkirin îro 23 jê sewqî edliyeyaê hatin kirin. Ji van kesan 7 jê hatin berdan û tevî rojnamevan Kîbriye Evren 3 kes hatin girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9'ê Cotmehê de rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de operasyonek li dar xist û di çarçoveya vê operasyonê de ji kesên hatin binçavkirin îro 23 jê sewqî edlieyayê hatin kirin. Li dozgeriyê Pinar Tekîn hat berdan û rojnamevan Kibriye Evren, siyasetmedar Celal Yoldaş, Abbas Çelîk, Edanûr Bazencîr û Selma Metîn bi daxwaza girtinê û Seher Tumer jî bi şertê berdana venêrîna edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgehê bi tawanbariya "endamtya rêxistinê" rojnamevan Evren, Celal Yoldaş, behcet Înan û Edanûr Bazencîr girt.
Her wiha Abbas Çelik, Derya Aslan, Emrullah Kaplan, Selma Metin, Seher Tumer û Selma Metin jî bi şertê venêrîna edlî hatin berdan.