TEKÎDAG – Li Çerkezkoyê Şeyda Akyildiz a ku dixwest dev ji hevjînê xwe berde ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
Li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê Şeyda Akyildiz xwest ji dev ji hevjînê xwe berde. Akyildiz ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin. Cenazeyê Akyildiz rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Sarayê. Piştî cînayetê Hakan Akyildiz ê xwest bireve ji aliyê polîsan ve hat girtin. Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.