Dozger: Alfabeya Kurdî koda tabloya çalakiyan e

  • rojane
  • 09:19 25 Cotmeh 2017
  • |
img

RIHA – Dozger îdîanameya der barê Îsa Kurtay ê li Rihayê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin de amade kir. Dozger gotin û helbestên Jose Mujica, Aziz Nesin, Cemal Sureyya, Yilmaz Guney, Che Guevara, Ahmet Arif, Ataol Behramoglu, Adnan Yucel û Can Yucel wekî zimanê rêxistinê hesiband. Ji bo Alfebeya Kurdî  jî got: “Dibe di demên pêş de bibe tabloya kodên çalakiyan." 

Îdianameya der barê Îsa Kûrtay (30) ku ji 10’ê Tîrmehê heta niha di Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de ye, hat amadekirin. Di îdianameyê de gotin û ristên helbestkar, siyasetmedar û wezîrên dewletê wek sûc hatin hesibandin. Di 16’ê Cotmehê di danişîna duyemîn a Kûrtay de biryara berdewamiya girtina Kûrtay hat dayîn. Parêzer Hasan Kiliç, dest nîşan kir ku wek delîl tenê helbest hatine nişandan û ji ber vê bi mehan e muwekîlê wî girtiye. 
 
Kiliç, diyar kir ku delîlên di îdianameyê de hatine bicihkirin zaf komîk in. Kiliç diyar kir ku gotina “Ji bo her kesê ji bo azadiyê şer dike dibêjin terorîst” a Serokê Dewleta Ûrûgayê yê berê Jose Mujîca ku di telefona Kûrtay de bûye delîl hatiye hesibandin. Kiliç, anî ziman ku her wiha bersiva pirsa “Tirkiye PYD û PKK’ê wek terorîst dibîne, tu vê yekê çawa dinirxînî?” ku Mujica da bû jî wek delîl hatiye hesibandin. 
 
RISTÊN HELBESTAN JÎ SÛC IN 
 
Kiliç anî ziman ku rista “Me ji bo tiştên ku em ê nebînin şer kir, ji ber vê ye şerê me bûye helbest” a Azîz Nesîn û rista “Roja ku azadî bê, wê rojê mirin qedexe ye” ya Cemal Sureyya jî wek sûc hatiye hesibandin. Her wiha Kiliç anî ziman ku helbesteke Yilmaz Guney û gotina “Heke jina hûn jê hez dikin ji sosyalîzmê fêm neke, nexwe hûn jî ji jinê fêm nakin” a Che Guevara jî di nav delîlan de cih girtiye. 
 
Kiliç, da zanîn ku muwekîlê wî bi “endamtiya rêxistinê” tê tawanbarkirin û her wiha wêneyê hunermend Ahmet Kaya yê nîşana serketinê kiriye, helbesta “Wêrekiya Têger” a Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, helbesta “Evîn dukesî ye” ya Ataol Behramoglu, nivîsa bi kurdî ya “Roja dayikan pîroz be”, “Ez ji te hez dikim”, helbestên Adnan Yucel, Ahmed Arîf û Can Yucel wek delîl di dosyeyê de hatine bicihkirin. 
 
ALFABEYA KURDÎ WEK KODA ÇALAKIYÊ DAN NÎŞANDAN! 
 
Kiliç, diyar kir ku dadgehê wêne û helbest wek delîlên “endamtiya rêxistinê” nîşan dane û ji bo vê yekê di navbera 7-15 salan cezayê girtîgehê dixwaze. Kiliç, dest nîşan kir ku ji bilî van delîlan heyeta dadgehê delîlek din jî berpêş kiriye û wiha got: “Ew jî alfabeya kurdî ye.” Kiliç, got ku di îdianameyê de alfafbeya kurdî wek “koda çalakiyê ya rêxistinê” hatiye diyarkirin. Kiliç, dest nîşan kir ku bi van darizandinan re êdî tu baweriya mirovan bi edaletê nemaye û li Tirkiyeyê huqûq nayê sepandin, hatiye hilawistin. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel
 

Sernavên din

26/10/2017
16:23 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
16:19 Leşkeran bi ser gun de girt û malek şewitandin
16:08 Serlêdana parêzerên Ocalan cara 699’an jî hat redkirin
15:30 ÎHD û Odeya Bijîşkan: Bila dawî li îşkenceya ATK’ê bê
14:57 Çalakiya Yukselê di roja 352'yan de ye: 5 kes hatin binçavkirin
14:34 Jin ji doza 8'ê Adarê beraet bûn
14:21 Binçavkirina Kavala 7 rojan dirêj kirin
14:20 Bêhnveda xewa zarok li ser zibalê amûran kom dike
14:03 Ceza li Midûra Karê Nivîsan a Komara KJA Tolan birîn
14:02 YE'yê 80 milyon ewro alîkariya ji bo Tirkiyeyê qut kir
13:21 Onder: Tecrîda li Îmraliyê îxaneta li dijî welat e
12:39 Li Deriyê El Welîd pevçûn diqewime
12:38 Pêşmergeyan rêya Mûsil û Hewlêrê girt
12:37 Desteya serokatiyê tê hilweşandin?
12:35 Parêzerên Ocalan cara 699’an serlêdan kir
12:19 Orhan Gonder ê bome xist mîtînga HDP'ê çi axivî?
11:44 'Bûn qurbanê rejîma ku diparêzin'
11:19 Polîsan li Mêrsînê kesek binçav kir
11:01 Biryara neşopandina dosyeya Mizrak hat rakirin
10:41 Rojnameger Çelîk: Em li dijî zextan bibin yek û dengê xwe bilind bikin
10:20 Serlêdan li Meclisê ne, lê encam tune!
09:59 2 jê rojnameger 2 jê parêzer 12 kes hatin girtin
09:48 Ocalan YPG ji tasfiyeyê rizgar kiriye!
09:41 'Girtîgeh awêneya pêşketina Tirkiyeyê ye'
09:38 Xwestin xanî bi serê wan de xera bikin
09:34 Onur: Li dijî qanûna miftîtiyan ‘xeta îxbarê’ divê
09:28 Bavê leşkerê ku PKK ew girt: Bi operasyonan re xeyalşikestî dibim
09:28 ‘Mirovên vê bazarê debara xwe bi çopê dikin’
09:27 'Bi Ocalan re me jî tecrît dikin'
09:26 Wargeha AFAD'ê bû cihê ranta AKP'iyan!
09:25 Ekolojîst: Guhertina qanûnan dê xwezayê talan bike
09:24 Di salekê de tenê 5 kargeh li Colemêrgê vebûn
09:23 Dêra Ardzvaperê roj bi roj tune dibe
09:22 Gundê Kopanisê li benda pirê ye
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2017'AN
25/10/2017
21:49 Hemû parazvanên mafên mirovan hatin berdan
19:46 Li Şirnexê teqîn: 2 kes birîndar bûn
19:16 Li Wêranşarê 4 kes hatin girtin
19:07 Polîsan avêt ser HDP’a Sûltanhîsarê
19:00 Rojnamger û parêzer bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
18:37 500 karkerên kana komirê di bin gefên mirinê de dijîn
17:34 Pîra 80 salî binçav kirin
17:11 Malbat: Em dizanin kê kuştiye
17:03 Navê Hêlîn Palandoken li parkê kirin
16:53 Peter Steudtner: Ez ji bo aştiyê xebitîm
16:27 Ozlem Dalkiran: Her kes di bin talûkeyek mezin de ye
16:11 Rejîm û DAIŞ êrîşî QSD’ê dikin
14:19 3 çalakgerên Kolana Yukselê hatin binçavkirin
14:10 Berpirsiyarên kana komirê ya Şirnexê hatin binçavkirin
14:04 Zimanzan: Qedexekirina Kurdî li dijî zanistiyê ye
13:45 Partiyên siyasî yên Wanê: Tecrîdê rakin
13:31 Girtîgeha Tîpa T a Wanê nûçeyên Ocalan sansûr dikin
13:30 Qedexeya li Mêrdînê hat rakirin
13:13 Li Dozgeriyê bêyî parêzeran îfade girtin
13:12 Parazvanên mafên mirovan derxistin dadgehê
12:54 Dema dîmenên îşkenceyê hat xwestin biryara 'veşarî' dan ser dosyayê
12:54 Li Stenbolê 62 endamên DAIŞ’ê hatin binçavkirin
12:30 Navê partiya Meral Akşener diyar bû
12:25 TSK, Efrînê ji Rojava de dorpêç dike
12:25 Polisan di serdegirtina malan de 17 kes binçav kirin
12:19 Serokwezîrê Iraqê Haydar el Îbadî li Enqereyê ye
11:48 Parêzera Ocalan Uysal: Dewlet bi zanebûn Ocalan dike rojev
11:43 Qarneya 18 salên CPT'yê ya li Îmraliyê!
11:35 Bi îdîaya "Şoreşa pirteqalî" 4 sal 9 meh ceza hat dayîn
11:22 HDP’ê 4’ê mijdarê ‘Roja ji hilbijêrên girtî re azadî’ îlan kir
11:06 Li Farqînê du hevjînên hev hatin binçavkirin
11:06 Endamê OHP’ê parêzer Yildiz hat binçavkirin
10:50 Hevserokê PYD’ê Hesen: Siyaseta Tirkiyê zerarê dide gelên herêmê
10:47 'Her derê welat bû wekî Girtîgeha Amedê'
10:31 Ji sedî 81 rapora wî ya berastengiyê heye, lê dîsa jî nayê berdan!
10:30 Çalakiyên ji bo Ocalan belav dibin
10:29 Rewşa 134 girtiyên nexweş ên li Herêma Egeyê
09:42 Bernameya Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
09:40 Loxer xitimandin, şêniyên Sûrê di nava qenalîzasyonê de hiştin
09:39 Deriyên text ên şaredariyê tam derba dizekan e!
09:37 Rewşa girtiyê nexweş Keleş her diçe xerabtir dibe
09:19 Dozger: Alfabeya Kurdî koda tabloya çalakiyan e
09:18 Bi hatina payîzê re dest bi teşiyê kirin
09:13 Kalikê wî yê ermenî hêza berxwedanê ye
09:12 Reçela Miksê ji destê vê dayikê bixwin
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2017'AN
24/10/2017
21:44 Rojnameger Çelik ji girtîgehê derket: Em ê her tim rastiyê ragihînin
20:36 Atilla Taş, Murat Aksoy û Davut Aydin tehliye bûn
17:37 Rojnameger Çelîk hat berdan, Kanaat û Ogreten nehatin berdan
16:57 Îtîraza berdana bersûcên Şemzînanê red kirin
16:50 Li Wanê di 9 mehan de 2 hezar û 397 binpêkirina mafan qewimîn
16:16 Parêzvana mafên mirova Geylanî hat girtin
16:16 Li girtîgehê hat binçavkirin!
15:46 26 girtî ji Boluyê sewqî Kayseriyê kirin
15:45 Serokwezîr bersiv neda daxwaza dayikan
15:38 Malbata Tilaver cenazeyê xwe 8 meh şûnde wergirtin
15:35 Ji bo rojnameger Çelîk daxwaza berdanê
15:26 Dayikên Aştiyê daxwaza hevdîtinê li Serokwezîr kirin
15:17 Zimanê kurdî li dibistanek Şirnexê hat qedexekirin
15:13 Rojnamegerên serbest tên darizandin: Ev doza tirsandinê ye
15:07 Doza Bekir Kaya hat paşvexistin
14:55 Li Kolana Yukselê roja 350'an: 4 kes hatin binçavkirin
14:50 7 sal û 6 meh ceza li Hevşardar Çapanoglu birîn
14:44 Doza Kemal Kurkut di 14'ê Kanûnê de ye
14:44 Hinceta binçavkirina Kavala diyar bû