Dozger: Alfabeya Kurdî koda tabloya çalakiyan e 2017-10-25 09:19:05 RIHA – Dozger îdîanameya der barê Îsa Kurtay ê li Rihayê bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin de amade kir. Dozger gotin û helbestên Jose Mujica, Aziz Nesin, Cemal Sureyya, Yilmaz Guney, Che Guevara, Ahmet Arif, Ataol Behramoglu, Adnan Yucel û Can Yucel wekî zimanê rêxistinê hesiband. Ji bo Alfebeya Kurdî  jî got: “Dibe di demên pêş de bibe tabloya kodên çalakiyan."  Îdianameya der barê Îsa Kûrtay (30) ku ji 10’ê Tîrmehê heta niha di Girtîgeha Tîpa T a Rihayê de ye, hat amadekirin. Di îdianameyê de gotin û ristên helbestkar, siyasetmedar û wezîrên dewletê wek sûc hatin hesibandin. Di 16’ê Cotmehê di danişîna duyemîn a Kûrtay de biryara berdewamiya girtina Kûrtay hat dayîn. Parêzer Hasan Kiliç, dest nîşan kir ku wek delîl tenê helbest hatine nişandan û ji ber vê bi mehan e muwekîlê wî girtiye.    Kiliç, diyar kir ku delîlên di îdianameyê de hatine bicihkirin zaf komîk in. Kiliç diyar kir ku gotina “Ji bo her kesê ji bo azadiyê şer dike dibêjin terorîst” a Serokê Dewleta Ûrûgayê yê berê Jose Mujîca ku di telefona Kûrtay de bûye delîl hatiye hesibandin. Kiliç, anî ziman ku her wiha bersiva pirsa “Tirkiye PYD û PKK’ê wek terorîst dibîne, tu vê yekê çawa dinirxînî?” ku Mujica da bû jî wek delîl hatiye hesibandin.    RISTÊN HELBESTAN JÎ SÛC IN    Kiliç anî ziman ku rista “Me ji bo tiştên ku em ê nebînin şer kir, ji ber vê ye şerê me bûye helbest” a Azîz Nesîn û rista “Roja ku azadî bê, wê rojê mirin qedexe ye” ya Cemal Sureyya jî wek sûc hatiye hesibandin. Her wiha Kiliç anî ziman ku helbesteke Yilmaz Guney û gotina “Heke jina hûn jê hez dikin ji sosyalîzmê fêm neke, nexwe hûn jî ji jinê fêm nakin” a Che Guevara jî di nav delîlan de cih girtiye.    Kiliç, da zanîn ku muwekîlê wî bi “endamtiya rêxistinê” tê tawanbarkirin û her wiha wêneyê hunermend Ahmet Kaya yê nîşana serketinê kiriye, helbesta “Wêrekiya Têger” a Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, helbesta “Evîn dukesî ye” ya Ataol Behramoglu, nivîsa bi kurdî ya “Roja dayikan pîroz be”, “Ez ji te hez dikim”, helbestên Adnan Yucel, Ahmed Arîf û Can Yucel wek delîl di dosyeyê de hatine bicihkirin.    ALFABEYA KURDÎ WEK KODA ÇALAKIYÊ DAN NÎŞANDAN!    Kiliç, diyar kir ku dadgehê wêne û helbest wek delîlên “endamtiya rêxistinê” nîşan dane û ji bo vê yekê di navbera 7-15 salan cezayê girtîgehê dixwaze. Kiliç, dest nîşan kir ku ji bilî van delîlan heyeta dadgehê delîlek din jî berpêş kiriye û wiha got: “Ew jî alfabeya kurdî ye.” Kiliç, got ku di îdianameyê de alfafbeya kurdî wek “koda çalakiyê ya rêxistinê” hatiye diyarkirin. Kiliç, dest nîşan kir ku bi van darizandinan re êdî tu baweriya mirovan bi edaletê nemaye û li Tirkiyeyê huqûq nayê sepandin, hatiye hilawistin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel