AMED – Hat îdiakirin ku li Pasûrê cerdevanekî hevjîna xwe kuşt.
Li navçeya Pasûrê ya Amedê hat îdiakirin ku cerdevanê bi navê O.Ç, bandê koliyan bi devê hevjîna xwe N.Ç. ve zeliqandiye û li ber çavên zarokan wê kuştiye. Li gorî îdiaya hat gotin ku O.Ç. îro dane sibê bi hevjîna xwe re gengeşe kir. Piştî nîqaşê O.Ç. devê hevjîna xwe bi bandê koliyan girt û wê xeniqand.
Li gorî şahidên ragihand temenê N.Ç. li derdora 35 salî ye û li ber çavên zarokên xwe hatiye kuştin. Piştî bûyerê O.Ç. radestî polîsan bû û li cihê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Li aliyê din hat îdiakirin ku N.Ç. beriya niha jî hewl daye bi çeka hevjînê xwe cerdevaniyê întîxar bike.