AMED – Ji rojnameger Kîbriye Evren a li Amedê di çarçoveya operasyona li dijî siyasetmedaran de hat binçavkirin di îfadeyên meniyetê de pirsên balkêş jê kirin. Polîsan ev pirs ji Evren kir: “Pozîsyona we ya di nava rêxistinê de çi ye? Navê kodê we yê nav rêxistinê çi ye?”
Di operasyona li dijî siyasetmedar û rojanmegeran de rojnameger Kîbriye Evren jî hat binçavkirin. Darizandina Evren a li Miduriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bû û bu 23 siyasetmedaran re sewqî dozgeriyê kirin.
‘NAVÊ KODÊ WE ÇI YE?’
Li emniyetê polîsan pirsên balkêş ji rojnameger Kîbriye Evren kirin. Polîsan ev pirs ji Evren kirin: “Pozîsyona we ya di nava rêxistinê de çi ye? Navê kodê we yê nav rêxistinê çi ye? Xebat û çalakiyên hûnê li ser navê rêxistinê li dar bixin çi ne? We ji kîjan endamên rêxistinê fermana van çalakî û xebatan girtiye?”
Evren jî diyar kir ku tu têkiliya wê bi rêxistinê re nîne û ew rojnameger e û ji rêxistina KCK’ê jî tu agahiyên wî nîne.
‘TIŞTEKÎ DIKIN, BISEKÎNIN’
Evren îxbara bênav a di 19’ê îlonê de “KCK’î tiştekî dikin, bisekinînin” jî jê kirin û derketinê wê yê derveyî welat jê pirs kirin û bi “Komîteya Çapemeniyê ya KCK” sûcdar kirin. Evren da zanîn ku ew rojnameger e û bi rêya legal bi pasaporta xwe derketiye derveyî welat û beşdarî tu civînên rêxistinî nebûye. Evren got ew ji bo xebatên rojnamegeriyê çûye derveyî welat û hatiye.
EVREN SÛCDARIYAN RED KIR
Pirsên “Hûn çend caran bi rêya legal û îlegel çûn derveyî welat? Hûn li Diyarbekirê kîjan civînên rêxistinê û li ku li dar dixan. We derbarê qadên xebatên xwe yê rêxistinkirî raporen xebat û rexnedayînê dane?” ji Evren kirin û wê ji ev pirs û pirsên der barê xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) jê hatin kirin jî red kir.
7 ROJNAMEGER Û 75 SIYASETMEDAR LI EMNIYETÊ NE
Li aliyê din rojnameger Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Lezgîn Akdenîz, Esra Solîn Dal û Cîhan Olmez, belavkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Hayat Ozmez û Savaş Aslan jî di nav de 75 siyasetmedar li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.