EDENE – Malbata endamê HPG’ê Omer Çevîk ê bi 12 hevalên xwe re li Osmaniyeyê di encama bombebarana hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, ji bo aqûbeta zarokê xwe serî li ÎHD’ê da.
Li Çiyayê Amanosê ya Osmaniyeyê di 11’ê tîrmehê de Maşîneya Hewayê ya Bêmirov a Biçek (SÎHA) êrîşa hewayî pêk anî û endamê HPG’ê Omer Çevîk (Karker Tolhildan) bi 12 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Çevîk piştî kar û barên li Saziya Tiba Edlî (ATK) li goristana bêkesan hatibû definkirin.
Malbata Çevîk di 27’ê tebaxê de çû ATK’ê û xwest cenazeyê zarokê xwe werbigire. Lê bes bi boneya cenaze veşartibûn malbatê ji bo testa DNA’yê xwîn dabû Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê. Malbat îro ji bo encama testa DNA’yê çû serdozgeriyê. Dozgeriyê ji malbatê re got xwîa wan li tu cenazeyan nehatiye.
‘CENAZEYÊ ME LU KYE?’
Malbat jî li ser vê yekê bi boneya aqûbeta zarokên xwe hîn bibe serî i Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da. Dayika Çevîk, Nazîme Çevîk wiha got: “Ez pirr meraq dikim cenazeyê kurê min li ku ye. Heke kurê min jiyana xwe ji dest dabe, dixwazim bizanibim cenazeyê wî li ku ye. Divê ev rewş demek zûtirîn bê çareserkirin. Bi salan e min kurê xwe nedîtiye. Ez hestiyên kurê xwe dixwazim.”
Bav Maksut Çevîk jî anî ziman ku ew wê çaxê ji daxuyaniya HPG’ê fêr bûn lawê wan jiyana xwe ji dest daye û got: “Em dixwazin hîn bibin ka kurê me li ku ye. Ev demek dirêj e kurê min çûbû. Em dixwazin bizanibin cenazeyê wî li ku ye. Divê ev mesele demek beriya demekê ronî bibe.”