NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Hundir bi îdîaya "têkiliya wan bi rêxistinê re heye" 635 cerdevan ji peywirê dûr xistin.
Wezareta Karên Hundir, bi daxuyaniyekê diyar kir ku ji ber "têkiliya wan bi rêxistinê re heye" 635 cerdevan ji peywirê dûr xistin. Wezaretê anî ziman ku li gorî zagona gundan a hêjmar 442'an û xala 74'an a Biryara Lijneya Wezîran a hêjmara 2008/13105'an bi destûra Wezareta Karên Hundir 635 cerdevan ji peywirê hatine dûrxistin.