Meclîsa Jinan a HDP'ê: Me duh li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin

  • jin
  • 14:03 11 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, operasyona li dijî siyasetmedar û rojnamegeran şermezar kir û wiha got: “Ev operasyon nişaneya têkçûna AKP’ê ye. Çawa me di salên 1990’an û operasyona 'KCK'ê ya 2009’an li ber xwe da, em dê niha jî li ber xwe bidin." 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Dirayet Taşdemîr, der barê rojeva jinan, operasyona li dijî 9 bajarên ku navenda wê Amed e pêk hat û geşedanên dawî de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Taşdemîr, ewil bal kişand ser operasyona li dijî HDP’ê û rojnamegeran û wiha got: “Operasyona qirkirina siyasî ya li dijî partiya me didome. Li dijî siyaseta demokratîk, hevparên wê û saziyên me yên jinan ji 7'ê Hezîrana 2015'an de bi awayekî rêk û pêk ev operasyon didomin. Bi konsepta ‘Plana têkçunê" li dijî hêzên demokrasiyê pêngavek nû dan destpêkirin. Armanca wan ewe ku faşizmê bikin sazî û bi kok bikin. Dixwazin bi konsepta tundiyê kurdan, jinan û saziyên demokratîk bêdeng bikin û wan ji daxwazên ên demokrasiyê dûr bixin. Kesên ku vê fermanê didin bila baş zanibin ku kurd û jinên rastî êrîşan tên heta niha tu carî serî netewandin û dê tu carî li hemberî van êrîşan serî netewîne." 
 
LÎSTIK DUBARE DIBE'
 
Dîlan Dîrayet Taşdemir, ani ziman ku bi heman konseptê "Operasyona KCK'ê pêk hat û heman lîstik û sanaryo berdewam dike û wiha got: “Îro ev operasyon berdewama heman lîstikê ye. Lîstik xwe dubare dike. Wê demê jî bi hezaran siyasetmedarê kurd, aktîvîstên jin, akademîsyen û rêveberên navçe-bajaran hatin binçavkirin û girtin. Yên wê demê li dijî siyasetmedaran operasyon pêk anîn îro wekî rêveberê 'Rêxistina terorê' girtî ne. Yên ku hiqûq û demokrasî ji holê rakirin îro pêdiviya wan bêtir bi demokrasî û hiqûqê heye. Îro jî kesên van operasyonan pêk tînin dê sibê di heman rewşê de bin. Dê pêdiviya wan ji hiqûq û demokrasiyê hebe." 
 
MALAN TALAN DIKIN
 
Taşdemîr, destnîşan kir ku ji kesên hatine binçavkirin jê 67 kes aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ne û wiha lê zêde kir: "Bi taybetî herî zêde jin hatin binçavkirin. Heta niha nêzî 300 kes hatin binçavkirin. Dema bi ser malan de digirin malan talan dikin. Deriyan dişkînin û malan tev li hev dikin." Taşdemîr, wêneyê şikandina deriyê mala Leyla Guven nîşan da û wiha got: "Bi ser mala Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de girtin. Li ruxmê Leyla Guven girtî ye û ne li mal e jî dîsa bi ser mala wê de digirin. Mal talan kirine. Hem Leyla Guven dîl girtine û hem jî bi ser mala wê de girtin û talan kirin. Êrîşî vîna gelê kurd dikin. Şikandina deriyan şikandina vîna mirovan e. Bi ser mala Hevşaredraa me ya Hazro Guler Ozsavci de girtin. Bi postalên piyê xwe pêl wê dikin. Guler Ozsavci bi vîna gel hatiye hilbijartin. Ev heqareta li dijî vîna gel e." 
 
'OPERASYON TÊKÇÛNA AKP'Ê YE' 
 
Taşdemîr, herî dawî bal kişand ser binçavkirina Endamê Serokatiya Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hilmi Aydogdu û wiha bi dawî kir: "Aydogdu di bin çavan de krîza dil derbas kir. Berpirsiyarê krîza dil kesên operasyon pêk anîn e. AKP ji ber têk çûye ji bo ser krîzê û têkçûna xwe veşêre van operasyonan pêk tîne. Lê dê nikaribe ser vê têkçûn û krîzê veşêre. Sedema vê operasyonê têkçûna AKP’ê û dijminantiya AKP'ê ya li dijî vîna jinê nişan dide. Îro li dijî vîna jinê û xeta tekoşîna azadiya jinê êrîş heye. AKP 16 salin vî şerî dimeşîne. AKP dixwaze li gorî xwe jinê bi rêve bibe. Hemû jinên li dijî vê yekê derdikevin dibin hedef. Jinên polîtîkayên AKP’ê teşir dikin tên binçavkirin. Em dubare dibêjin ev operasyon nişaneya têkçûna AKP’ê ye. Çawa me di salên 1990’an û operasyona 'KCK'ê ya 2009’an li ber xwe da, em dê niha jî li ber xwe bidin. Divê kesên hatine binçavkirin, demildest bên berdan." 
 

Sernavên din

13/10/2018
14:22 Dayikên Şemiyê dîsa hatin asteng kirin: Em tenê edaletê dixwazin
14:00 Hevserokê SYKP’ê Kaya: Peywîra me ew e em faşîzmê beralî bikin
13:57 Jin Bi Hevre Bi Hêzin ji bo ‘Hevdîtina Stenbolê’ bang tevlibûnê kir
13:45 Namzetê Serokê YE'yê: Tirkiye tu carî nikare bibe endamê YE'yê
12:51 Jinên HDP’î li hev civiyan
12:11 Li Amedê 141 binçavkirî: 25 kes hatin girtin û 115 kes hatin berdan
12:05 Temellî: Di encama bazara Sûriyeyê de Brunson hat berdan
11:28 Ji peymana Idlibê re 48 saet man
200 fermandarên li dijî peymanê derketin hatin kuştin
10:44 Danişîna doza Nisêbînê dê di 15’ê cotmehê de bê dîtin
10:20 Teziya Yûsûf Ok hat qedexekirin!
10:11 Ji Bîlgen şîroveya Brunson: Ravekirina tabloyê nîne
10:11 Cil û bergan nadin girtiyan
09:59 Li Wanê 3 jê muxtar 15 kes hatin girtin
09:31 Maşîneya leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya qelibî: 12 leşker birîndar bûn
09:07 Rojên Wêjeya Berawirdî dest pê kir
09:06 Endamê DAIŞ'ê mikur hat, lê dîsa jî cinayeta Bagdû nehat ronîkirin
09:05 Kedkarên bi KHK'yan hatin îxrackirin: Dê xisara manewî çawa bê tezmînkirin?
09:04 Daristana bi sedan sal e tê parastin: Ziyareta Omê
09:04 Ji bo îstasyonên bazê bên rakirin kampanya dan destpêkirin
08:59 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2018'AN
12/10/2018
21:36 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
20:19 Mamsoteyê xwendekarên xwe îstismar kir, 75 sal ceza lê hat birîn
20:09 Karkerê meaşê wî nedanê hewl da întihar bike
20:03 Serlêdana ji bo hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
17:43 3 jê rojnamevan 20 kes hatin berdan
17:12 Brunson hat berdan
17:02 Temellî: Dorpêç kirine siyaseta giştî
16:43 ‘Kujer bên dîtin wê Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe’
16:07 Dozger xwest kontrola edlî ya Brunson bê rakirin
15:59 Karkerê ji gazê jehrî bû jiyana xwe ji dest da
15:30 Di facîaya trênê de 4 kesên ‘berpirsiyar' hatin berdan
15:30 Li Îzmîrê 8 kes hatin berdan
15:23 Temellî li Lîcê ye: Operasyon kampanyeya hilbijarinê ya AKP’ê ye
15:13 Li gundê Çemê Elîkê operasyon didome
15:10 ÎHD: Li Wanê di 3 mehan de 8 hezar û 536 mafên mirovan îhlal bûn
14:37 Oluç: Duh bi cemaetê re îro bi MHP'ê re dikin
14:30 Temel ê HDP’î bertek nîşanî operasyonan da: Kesek biçe dê hezar kes bên
13:55 'Bi binçavkirin û girtinan vîna jinê dikin armanc'
13:53 Li Midyadê qezaya trafîkê: 2 kes mirin û 11 kes birîndar bûn
13:29 ‘Dadgehê ne edalet, polîs parastin’
13:15 Temellî, Ozturk û Koçyîgît çûn Lîcê
12:37 Paylan: 'Lêçûnên veşarî' yên AKP’ê li hevkarên wê tên belavkirin
12:25 Rojnamevan û siyasetmedar sewqî edliyê kirin
12:05 Rojnameger ji ber xebatên KCD û TJA tên sûcdarkirin
11:58 Jin ‘Warê Xemrî' vedikin
10:56 Kesek li Balafirgeha Dîlokê hat binçavkirin
10:55 Aydogdu ku di bin çavan de krîza dil derbas kir hêj li beşa nerîna zêde ye
10:48 Rojnameger Oner dê bibin Amedê
10:47 Erdogan destûr da ku cerdevan çekan bixwe re bigerînin
10:40 Tanrikulu: Kurd dê di sindoqê de bersîvê bidin operasyonên dijhiqûqî
10:23 Li Cûdî xwezayê qetil dikin
10:10 ‘Ji bo em baroyê bi rengê xemrî boyax bikin namzetin’
09:55 Yekîneya taybet li Girtîgeha Edeneyê girtî derb kirin
09:51 ‘Qeyûm şaredariya gel veguherand şaredariya rantê’
09:34 RSF: Di 2018'an de 56 rojnameger hatin kuştin
09:19 Li Dîlokê hindik maye 19 rojnameyên herêmî bên girtin
09:18 ‘Her ku îktîdar li dara HDP'ê dide ji nû şîn dibe'
09:17 Kesê di binçavan de birin daristanekê îşkencekirin
09:16 Xeratvan: Wisa bidome em ê kargeriyê bigirin
09:16 Dayika Şemiyê: Hîn jî qîrîna kurê min a di îşkenceyê de di guhê min de olan dide
09:15 Mûtlû: Dê gel di sindoqê de bersiva Erdogan bide
09:14 Piştî hat îxrackirin dest bi karê gûzan kir
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2018'AN
11/10/2018
23:21 Li Amedê ji kesên hatin binçavkirin 13 jê hatin girtin
19:04 Rojnamevan Evren hat girtin
17:21 Dozger ji bo rojnameger Evren biryara girtinê da
17:01 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:34 Li Tekîrdagê jinek hat kuştin
16:23 Edîtora berê ya Demokratîk Modernîteyê hat binçavkirin
16:13 Li Pasûrê jinek hat kuştin
16:01 'Divê li dijî operasyonan em muxalefeta civakî ava bikin’
15:36 Ji rojnameger Evren pirsa ‘Navê kodê we çi ye’ kirin
15:00 Wekîlên bi KHK'ê hatin îxrackirin: Em ji meclîsê çareseriyê dixwazin
14:42 Ji bo cenazeyê zarokê xwe serî li ÎHD'ê dan
14:27 635 cerdevan ji peywirê hatin dûrxistin
14:24 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
14:21 Dayikên Şemiyê beşdarî Nobeda Edaletê bûn
14:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Me duh li ber xwe da em ê îro jî li ber xwe bidin
13:39 Temellî li Amedê ye: Em dizanin kê îxbar kiriye
12:41 'Efsaneya Qralê kirêt' tê pêşandan
11:38 Ji binçavkiriyan 23 kes sewqî dozgeriyê kirin
11:29 Deynê derve Tirkiye dixe zorê: Rojên dijwar li pêş karker û esnafan e
11:09 Temellî û Ozturk çûn serdana Hilmî Aydogdu
10:42 Cenazeyê Kolca li Amedê defin kirin
10:38 Hilmî Aydogdu yê di binçavan de krîza dil derbas kir
10:24 Keldaniyê vegeriya warê xwe gundekî nû ava kir
10:23 ‘Em dizanîn em ê çawa şaredariyan ji wan bistînin’
09:45 Qedexeya kolanan a Lîcê û Hênê bi dawî bû
09:11 ‘HDP bi çewisandinan natepise'
09:10 Karkerên heqdesta wan nayê dayîn: Heta em heqê xwe nestînin em ji vir naçin
09:10 Meclîsa Ciwanan ji bo konferansê bang li hemû ciwanan kir
09:09 Rezên li Licê hişk dibin, êdî karê ser mehseran jî ne wekî berê ye
09:08 ‘Ji 175 esnafî 70 jê dezgehên xwe girtin'
09:08 Parlementerê HDP'î Işik: Ji bo binpêkirinên mafan xwe bigihînin me
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2018'AN
10/10/2018
17:15 8 rojnameger û 90 siyasetmedar li emniyetê tên ragirtin
16:57 Endamê Meclîsa DBP'ê Şaşmaz hat binçavkirin
16:08 Rojnameger: Hempîşeyên me berdin
15:43 Parlamenteriya Leyla Guven 3 meh şûnde hat bîra meclisê
15:30 Tîryakî: Girtina Toguç ne hiqûqiye