AMED – Di encama operasyona li 9 bajaran pêk hat ku navenda wê Amed bû 8 jê rojnameger û 90 jê siyasetmedar ji 98 kesan 23 kesan sewqî dozgeriyê kirin.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê operasyona li 9 bajaran pêk hat ku navenda wê Amed bû polîsan bi ser 183 navnîşanan de girtibû. Ji 151 kesên derbarê wan de biryara binçavkirinê hebû 121 kes hatibûn binçavkirin. Ji roja binçavkirinê ve 23 kesên îfade dan Miduriyeta Polîsan a Amedê hatin berdan. 8 jê rojnamegerû 90 jê siyasetmedar bi giştî 98 kes di binçavan de bûn. Piştî kar û barên li emniyetê ji 98 kesan 23 kes sewqî Dadgeha Amedê hatin kirin.
Rojnameger Kîbriye Evren, siyasetmedar Elîf Haran, Celal Yoldaş, Mehmet Temîzyuz, Eda Bezancir, Hulye Bîçen, Aliye Tok, Rifat Ronî, Turkî Gultekîn, Seher Tumer, Pinar Tekîn, Sercan Dogan, Kadriye Ozcanli din av de 23 kes ji bo îfade bidin dozgeriyê sewqî dadgehê hatin kirin.
Li bendê ye ji 75 rojnameger û siyasetmedaran ên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin kom bi kom derxin dadgehê.