AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hilmî Aydogdu yê di binçavan de krîza dil derbas kir ziyaret kirin.
Heverokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji bo hin hevdîtinan bike û ziyareta saziyên rastî operasyona li 9 bajaran pêk hat û navenda wê Amed bû bike hat Amedê. Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û parlamenterên HDP’ê çûn nexweşxaneyê serdana endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hilmî Aydogdu yê di çarçoveya operasyona li Amedê de hatibû binçavkirin û di binçavan de krîza dil derbas kir.
Heyeta ji Temellî û Ozturk pêk dihat der barê rewşa tenduristiya Aydogdu de bi bijîşkan re axivîn û agahî girtin.