AMED – Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hilmî Aydogdu yê di çarçoveya operasyona li Amedê hat binçavkirin, li ser êşa sînga wî ew rakirin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê krîza dil derbas kir.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê operasyona li 9 bajaran pêk hat ku navenda wê Amedê bû bi dehan siyasetmedar hatibûn binçavkirin. Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hilmî Aydogu yê ew jî di çarçoveya operasyonê de hat binçavkirin, li ser êşa sînga wî ew rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku Aydogdu li nexweşxaneyê krîza dil derbas kiriye û wî hildane unîteya beşa lêvenêrîna zêde û pişt re emeliyata anjiyo kirine. Aydogdu li nexweşxaneyê tê ragirtin.
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Dr. Selçuk Mizrakli diyar kir ku emeliyata anjiyo serkeftî derbas bûye û ji bo neya rîksa krîzek din a dil divê 48 saetan di bin muşahadeya nexweşxaneyê de bê ragirtin.