ÊLIH - Operasyonên li dijî HDP'ê didomin. Rêveberên partiyê diyar kirin ku HDP bi zext û zoriyan nayê tepisandin.
Li Êlihê, di 6'ê Cotmehê de di avêtina ser malan de Hevserokê HDP'ê yê Lihê Nîzamettîn Togûç jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin. Piştî 4 rojên di bin çavan de Togûç bi îdiaya "rêveberiya rêxistinê" û 6 kesên din jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin. HDP'Iyan destnîşan kir ku tevî van oeprasyonan hemûyan jî, ew ê tu carî dev ji siyaseta demokratîk bernedin.
'ÊLIH BAJARÊ PÎLOT E'
Rêveberê HDP'ê Îkram Îrgî, destnîşan kir ku îktîdar her serdemê Êlihê wekî "bajarê pîlot" hildibijêre. Îrgî bi bîr xist ku qeyûmên ewil jî tayînî Êlihê kirine û got: "Dema faşîzm zextên xwe zêde dike ji bo xwe Êlihê wekî bajarê pîlot hildibijêre. Fikra wan ew e ku berxwedana li Êlihê têk bibin dê li bajarên din jî têk bibin. Lê tu carî bi ser neketin. Tevî hevserokê me 6 hevalên me hatin girtin. Piştî Êlihê li 8 bajarên din jî li hemberî HDP'ê operasyon pêk anîn. Lê dîsa jî tevî hemû tiştan gelê me li cem HDP'ê sekinî û dê tim jî bisekine." Îrgî, destnîşan kir ku dê têkoşîna wan dewam bike û got: "Faşîzm çendî xwe xurt dike bila bike, lê HDP partiyeke ku gel wê xurt dike."
'DÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN'
Rêvebera HDP'a Êlihê Songul Korkmaz jî, ev operasyon nîşaneya polîtîkayeke tepisandinê ya nû ye û got: "Ev yek piştî operasyona li Êlihê bi operasyona li Amedê bi awayekî aşkere hat dîtin. Dixwazin bi van operasyonan HDP'ê bitepisînin û bêdeng bikin. Lê dê nikaribin bi ser bikevin. Em tim dibêjin, HDP bi çewisandinan naqede, natepise."
‘DÊ ÇEWISANDIN BI KÊR NEYÊN'
Alîgirê Hevserokatiya HDP'a Êlihê Mahîr Beklevîş jî anî ziman ku polîtîkaya çewisandinê ya li hemberî HDP'ê dê bi kêr neyê û got: "Em vê mantiqa dewletê baş dizanin. Hikûmeta ku di warê aborî û siyasî de tengijiye di şexsê Tongûç de dixwaze kela xwe di serê HDP'ê de vala bike. Em ji têkoşîneke demdirêj tên. Çawa ku berê gelek partî çûn ser sergoyan, dê feraseta AKP û MHP'ê jî biçe."
'YEKÎTÎ DIVÊ'
Hevseroka HDP'a Êlihê Berîvan Helen Işik jî diyar kir ku Togûç di salên 90'î de dest pê kiriye û 21 salan li sirgûnê maye û dîsa jî dev ji têkoşînê bernedaye. Işik, destnîşan kir ku Togûç bi salan ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd têkoşiyaye û got: "Divê kurd li hemberî pêkanînên di şexsê Togûç de pêk hatin bêdeng nemîne û li ser asasê yekîtiyê tev bigere."
MA / Metîn Yoksu