* Parlementerê HDP'ê Mensûr Işik, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan got: "Bila malbat û parêzerên wan xwe bigihînin me. Bila bûyerê bi hûrgulî ji me re bibêjin. Da em jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê û xuyangiya wê karibin hin tiştan bikin."
* Endamê Odeya Bazarvanên Mêrsînê Huseyîn Ozmen bal kişand ser krîza aborî û got: "Li Herêma Bazarê ya 4'an nêzî 175 esnaf hene. Heta niha nêzî 75 esnafî dezgehên xwe girtine."
* Li Licê ku tim qedexeya derketina derve tê îlankirin, pevçûn, operasyon û bombeberan pêk tên piraniya rezan hişk bûn, lê ên hişk nebûn jî berdariya wan kêm bûye. Li navçeyê berê wextê ser mehsera nêzî mehekê dewam dikir, lê niha di rojekê an jî du rojan de karê ser mehsera diqede.
* Dê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li Edeneyê konferasekê li dar bixe. Endamê meclîsa ciwanan Ekrem Tûn, bilêv kir ku ew dê di konferansê de bal bikişînin ser pirsgirêkên ciwanan û ji bo beşdarbûyîna konfreasnê bang li hemû ciwanan kir.
* Karkerên ku ji ber heqedesta wan nayê dayîn 16 roj in li ber înşeata lê dixebitîn dest bi çalakiyê kirine gotin: "Ne 16 roj, 16 sal be jî heta em heqê xwe nestînin em ê neçin."
* Operasyonên li dijî HDP'ê didomin. Rêveberên partiyê diyar kirin ku HDP bi zext û zoriyan nayê tepisandin.
* Parêzer ji bo hempîşeyên xwe dê di hefteya 74'an de li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê çalakiya xwe ya nobeta Edaletê berdewam bikin. (11.30)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bi armanca operasyona binçavkirinê ya li Amedê şermezar bike dê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniye pêk bîne. Piştre dê saziyên ku polîsan bi ser de girtine ziyaret bike. (11.00-15.00)
* Malbatên Roboskîyî dê di hefteya 354'an de li ser goristanê çalakiya xwe ya daxwaza edaletê berdewam bikin. (17.00)