STENBOL – Rojnameger Banû Guven bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: “Abdurrahman Gok nîşanî wan da ku heqîqet çiqas bi nirx e.” Pakrat Estukyan jî got: “Li dijî dethilatdariyê tişta rast ku em dizanin em ê bikin.”
Berteka li dijî binçavkirina rojnameger û siyasetmedarên du li 9 bajaran hatin binçavkirin didome. Rojnameger Banû Guven diyar kir ku bi operasyonên bi vî rengî dixwazin li herêmê rojnamegerî bê astengkirin û got: “Dixwazin rojnamegeran çavtirsandî bikin. Rojnameger Abdurrahman Gok ê ku niha binçavkiriye demek dirêj rojnamegeriyê dike. Abdurrahma nîşanî wan da ku heqîqet çiqas bi nirx e. Hempîşeyên me yên demên dirêjin rojnamegeriyê dikin di bin zextên giran de ne. Her wiha wê hevalên me rojnameger karê xwe dewam bikin.”
'DIVÊ HEVALÊN ME BERDIN’
Guven da zanîn rojnamegerî ne sûc e û got: “Ji ber vê yekê divê hemû hevalên me bên berdan. Ev operasyon jî astengkirina hilbijartinên herêmî ye. Em ber bi pêvajoyek hilbijartinê ve diçin. Dixwazin rêya siyaseta demokratîk teng bikin. Berê jî me zextên bi vê tarzê dît. Ez hêvîdarim wê hevalên me berdin.”
‘DIXWAZIN HDP’Ê KRÎMÎNALÎZE BIKIN’
Nivîskarê Rojnameya Agosê Pakrat Estukyan jî destnîşan kir ku operasyona binçavkirinan polîtîkaya îxtadarê ya li dijî hilbijartina herêmî ye û wiha got: “Binçavkirina bi ser 90 kesî re parçeyek kirîza aborî ye. Piştî Erdogan bi daxuyaniyan HDP’ê kir hedefa xwe, ev operasyon gûr bûn. Ji bo HDP bi tevgera azadiya kurd krîmînalîze bike serî li hemû rêyan dide. Berê jî kadro û hemû siyasetmedarên kurd hatin girtin, lê sekna biryardariya xwe nîşan da. Îxtîdar ji bo hilbijartinê qezenc bike serî li hemû rêbazan dide û ji bilî tundî û zextan rêyek din nabijêre. Lê em ê neyên lîstika îxtîdarê.”
'EM Ê LI DIJÎ ÎXTÎDARÊ RASTIYÊ BÊJIN’
Estukyan li dijî binçavkirina rojnamegeran jî nerazîbûn nîşan da û got: “Medya di bin dorpêçek giran de ye. Medya ji sedî 95 hatiye dorpêçkirin û ji sedî 5’ê maye jî di bin zextan de ye. Em ê bi heman biryar û baweriyê bixebitin. AKP her tengav dibe tundiya xwe dijwartir dike. Em bi îxtîdarek wiha re rû bi –rû ne. Em ê li dijî vê îxtîdariyê tişta rast bikin û heqîqetê biparêz in.”
‘EM NATIRSIN TÊKOŞÎNA ME DEWAM DIKE’
Hevseroka Rêxistina HDP’a Stenbolê Esengul Demîr jî berteka xwe ya li dijî operasyonê anî ziman û got ev êrîşên demek dirêj e didomin wê encam nede. Demîr da zanîn ku piştî tehdîda Erdogan a li dijî HDP’ê operasyonan bi leztir kirin û got: “Em natirsin, wê têkoşîna me dewam bike. Li cihê her hevalê me yê tê girtin yên nû tên. Yên ku dibêjin em ê HDP’ê xelas bikin wê ew bi xwe vala derkevin û xwe xelas bikin.”
'BINÇAVKIRIN AMADEKARIYA HILBIJARTINÊ YE’
Hevberdevka Partiya Siberoja Kesk û Çepgir (YSGP) Eylem Tuncaellî anî ziman ku zextên li ser rojnameger û siyasetmedaran ne nû ye û got: “Her çiqas OHAL rakiribin jî lê zext bi şeklek din didome. Ev operasyon jî amadekariya hilbijartina herêmî ye. Her çiqas hilbijartin nêz dibin zext jî zêde dibin û qada siyaseta demokratîk teng dikin. Tevî hemû zextan jî em ê îradeya gel bibin ser sindoqan.”