AMED – Li 65 gund û mezrayên navçeyên Licê û Hênê “qedexeya derketina kolanan” didome. Li herêmê operasyona eskerî jî dewam dike û welatiyên gundê Çemê Elîka ragihandin ku eskeran ji wan re gotiye “Em ê we bixin hundirê malekê û malê bidin ber agir.”
Li 65 gund û mezrayên girêdayî navçeyên Licê û Hênê yên Amedê ji 4’ê cotmehê ve “qedexeya derketina kolanan” didome. Li herêmê operasyona eskerî jî berdewam dike. Bi taybetî operasyon li derdora gundê Çemê Elîka ya bi ser Licê ve pêk tê û bi rojane gund di dorpêçê de ye.
Esker li ber malan nobet digirin û nahêlin kes derkeve derve. Hat ragihandin ragihandin li jora gund her tim têm tê bombebarankirin. Şewata li herêma qada daristan jî didome.
100 SATIL TORAQ Û RÛNÊ NIVÎŞK DIZÎN
Li gund av û ceryan hatiye qûtkirin û welatî hatine şerpezekirin. Sewalên welatiyan di axûran de bê êm mane û gumana sewal bimirin zêde dibe. Welatiyan ragihand ku baxçeyên fêkî û sezbeyên wan ji aliyê eskeran ve hatine rûxandin û esker û qorîciyan nêzî 100 satil rûnê nivîşk û toraq ji bin erdê derxistin û birin e. Welatiyan got esker û qoricî ketine malên wan zexîreyên mîna çay, şekir, rûn û tiştên din jî dibin û zexîreyê wan hatine asta qedandinê.
WELATÎ: ESKER GEFAN LI ME DIXWIN
Şêniyên gund destnîşan kirin ku esker gefên kuştinê li wan dixwin û ji wan re wiha gotin e: “Em ê we bikujin. Em ê we bixin hundirê malekê û malê bidin ber agir.” Gundiyan got gund bi maşîneyên zirxî hatiye dorpêçkirin û ji ber rewşê gellek xetere ne.
Li aliyê din du roj berê welatiyên bi navê Mehmet Alî Oyunlu (82) û Mehmet Oyunlu (45) yên hatibûn binçavkirin nayê zanîn ku birine ku derê.