ÎZMÎR – Li navçeya Karabûrûn, kêştiya koçberan noqî avê bû. 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 25 jî windan bûn.
Li navçeya Karabûrûn, kêşktiya koçber lê siwar bûbûn noqî avê bû. Ji kêştiyê kesek hat xelas kirin, 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî winda bûn. Jinekê Iraqî duh di saet 23.54’an de ya hemû cilên wê şil çû Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Karabûrûn û alîkarî xwest. Jina Iraqî, diyar kir ku di saet 20.00’an de bi kêştiyekê ku 35 kes lê siwar bûn xwestin biçin welatê biyanî û wiha got5: “Heya cihekê em çûn û dûre kêştiya me noqî avê bû. Ez ber avê ketim heya Plaja Kûrûcak hatim. Koçberên din jî winda bûn.” Li ser vê yekê ekîbên lêgerîn û xelaskirina Ewlekariya Peravan ji bo koçberan bibînin dest bi xebatê kirin. Di encama xebatên hatin kirin, kes bi saxî û 9 kesên jiyana xwe ji dest dayîn dîtin. Hîna jî 25 kes windane.