MÛŞ - Dadgehê li Nûçegîhana me ya Ajansa Mezopotamya Seda Taşkin a girtî tê darizandin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.
Danişîna doza Rojnameger û nûçegîhana me ya Ajansa Mezopotamya Seda Taşkin li Mûşê hat ditin. Heyeta dadgehê 7 sal û 6 meh ceza li Taşkin birî. Taşkin di 20'ê Kanûna 2017'an de bi îdîaya “der barê wê de îxbar heye" hatibû binçav kirin. Di 22'ê Çile de Seda Taşkin hatibû girtin û girtî tê darizandin. 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê li Taşkin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.