STENBOL - Danişîna doza nobedarên Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku 9 jê rojnameger 13 kes tên darizandin, li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Heyetê piştî îfadeya Nivîskar Veysel Kemer girt, diyar kir ku dê mutalalayê nû bike û doz taloq kir.
9'emîn anişîna doza nobedarên Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin, Faruk Eren, Ertugrul Mavîoglu, Celal Başlangiç, Omer Agin, Îhsan Çaralan, Huseyîn Aykol, Celalettin Can, Fehim Işik, Oncu Akgul û nivîskar Dilşah Kocakaya, Veysel Kemer, Yuksel Oguz li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Di danişînê de Ertugrul Mavioglu û Faruk Eren amade bûn. Gelek parêzer û parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik û yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî wekîlê berê yê CHP'ê Bariş Yarkadaş jî tev li danişîne bûn. Di danişînê de heyeta dadgehê ji dozger xwest ku mutalayê nû bike. Rojnameger Ertugrul Mavîoglu jî daxwaza tevsîî tahkikat dubare kir. Rojnameger Faruk Eren jî ji bo parastine dem xwest.
Prz. Ozcan Kiliç jî anî ziman ku di mutalaaye de nakokî hene û xwest ev nakokî bên rastkirin. Prz. Devrim Avci jî xwest mutalaa bê nûkirin. Prz. Rozerin Seda Kip jî anî ziman ku parastin ji aliyê heyeta berê ve nehat nirxandin û xwest daxwaza tevsii tahkikat ji nûve bê nirxandin. Heyeta dadgehê jî daxwaza Mavioglu û parêzer Kip a tevsii tahkikat red kir. Heyetê xwest Veysel Kemer ji nûve îfadeyê bide. Heyetê doz taloqî 28'ê Adara 2019'an kir.