AMED - Di çarçoveya operasyona navenda wê Amed a li 9 bajaran pêk hat de, polîsên hêzên taybet bi ser mala Hevşaredara Hezro Guler Ozavci de girtin, Ozavci derp kirin, bi solên xwe pêl stu û pişta wê kirin.
Operasyona li dijî siyasetmedar û rojnamegeran a di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed a li 9 bajaran pêk hat, berdewam dike. Di çarçoveya operasyonê de duh serê sibê bi ser mala Hevşaredara Hezro ya navçeya Amedê Guler Ozavci de hat girtin. Polîsên bi hinceta biryara binçavkirinê derbarê hevjînê Guler Ozavci Kenan Ozavci de heye, bi ser malê de girtin û hewl dan derî bişkînin. Polîsên ku derî şikandin, Ozavci derp kirin.
‘PÊL STU Û PIŞTA WÊ KIRIN’
Ozavci, diyar kir ku di serdegirtina malê, polîsan ew derp kirin û wiha axivî: "Ez bi erdê re dirêj kirim. Yek ji polîsên hêzên taybet pêş stû û pişta min kir. Polîs beyî ku tu hincetan nîşan bidin, mala min ser û bin kirin. Min bangî parêzer kir. Lê polîsan gotin, 'Çima parêzer hatiye û pêwîstî bi parêzer nîne.'
Polîsên ku Kenan Ozavci li malê nedîtin, piştî lêgerînê ji malê veqetiyan.