ENQERE - Parêzera ku li doza kesên di komkujiya li GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan Prz. Îlke Işik, diyar kir ku heta rayedarên dewletê bên darizandin hewldan û têkoşîna wan a ji bo ronikirin û cezakirina berpirsiyaran dê bidome.
Li GAR'a Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de di pêşengiya KESK, DÎSK, TMMOB û TBB'ê de mîtînga Aştiyê hatibû lidarxistdin. Beriya ku mîtîng dest pê bike, endamên DAIŞ'ê êrîşa xwekujiyê pek anibûn. Di komkujiyê de 103'an jiyana xwe ji dest dabû. Di ser komkujiyê re 3 sal derbas bûn. Lê hêj doz li gorî daxwaza malbat û parêzeran bi encam nebûye. Di 2'ê Tebaxa 2018'an de doza biryarê hat dîtin. Di danişînê de der barê 19 jê girtî 36 bersûcan de biryar hat dayîn. Malbatan her dem dirûşmeya “edalet" berz kirin. Lê gotina "Edalet bingeha milk e" tenê li ser diwarê salona dadgehê ma. Komkujiya GAR'a Enqereyê wekî komkujiyek dîrokî derbasî qeydên dîrokê ya Tirkiye bû. Endama Komîsyona doza 10'ê Cotmahê Prz. Îlke Işik rewşa dozê hirxand.
‘EM EWIL RASTÎ BIRYARA VEŞARTÎ HATIN'
Prz. Işik, anî ziman ku piştî bûyerê wan ewil xwest xwe bigînin dozger û agahiyan bi dest bixin û wiha got: "Em rastî tabloyek pir xerab hatin. Li qada ku bi hezaran mirov lê kom bûn, kesên xwe kuj bombe lê teqandin. Zedeyî 100 miroven qasidê aştiyê lê jiyana xwe ji dest dan. Ji bo ku em bi rêk û pêk cihê bûyerê lêkolin bikin, delîlan kom bikin û piştre edalet pêk bê çi ji destê me hat, me hewl da pêk bînin. Lê dişta ewil em li dozgeriyê rast hatin biryara veşartina dosyayê bû. Dozger lêpirsîn ji me veşart. Nehişt ku em li naveroka dosyayê binerin. Piştî komkujiyê heta 8 mehan der barê dosyayê de me tu agahî bi dest nexist. Dosya ji me veşartin û heta 8 mehan me nekarîbû budaxaleyî lêpirsîn û dosyayê bikin. Daxwazên me hatin redkirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 3 dozger erkdar kirin. Her tim dozgeran got em lêkolin dikin û hewl didin. Lê tiştek nekirin. "
'ÎDÎANAME BI KEMASIYÊN MEZIN HAT AMADEKIRIN'
Prz. Işik, da zanîn ku îdîaname bi awayekî rezalet û kêmasiyên mezin hat amadekirin û wiha berdewam kir: "Di îdîanameyê de Yunus Durmaz ê hat îdîakirin plansazê komkujiyê ye, li Dilokê matarlayê dijîtal li ser wi hat girtin. Di van belgeyan de 36 bersûc hebûn. Lê der barê van bersûcan û têkiliyên wan ên din de lêkolîn nehat kirin. Komkujî çawa pêk hat. Xwekuj çawa li ser rêya Dîlokê hatin û derbasî Enqereyê bûn? Ev yek nehat lêkolînkirin. Îdîaname pir kêm bû. Tevî hemû îtîrarazên me 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îdîaname qebûl kir û doz di 7'ê Mijdara 2016'an de hat dîtin. Me di roja ewil de xwest îdîaname bê redkirin û yek nû bê amadekirin. Lê dadgehê ev daxwaza me red kir. Di îdîanameyê de video û wêneyen bi dehan însanên ku ruyê wan baş tê nasîn ên li hucreyan hatibûn kişandin hebûn. Navê wan X, Y, Z hatibûn kod kirin. Lê der barê van kesan de lêkolîn nehat kirin. Me pirsî çima ev kes nehatine tespîtkirin. Lê dozger bersîva vê yekê neda. Me di 2 salan de ji dadger xwest ku der barê X, Y de lêkolîn bê kirin. Me xwest der barê berpirsiyarê komkujiyê de lêkolîn bê kirin. Lê daxwaza me her tim hat redkirin. Me 2 salan pirsên Maşîne çawa ji Dilokê ket rêya Enqereyê? Hucreyên li Dîlokê çawa li Pirsûs, Edene, Mêrsîn, Amed û Enqereyê komkujî pêk anîn? Kê çavê xwe li wan girt? Kê alîkarî da wan? pirsî. Lê pirsên me bê bersîv man. Pirsa Durmaz kî ye? jî lêkolîn nekirin. Piştre em fêr bûn ku Dîlok, Semsûr û sînor di kontrola DAIŞ'ê de ye."
'LI GEL BIRYAR HEBÛ LÊPIRSÎN NEHAT KIRIN'
Prz. Işik, da zanîn ku li gel der barê bersûcên Yunus Durmaz û Îlhami Balî, Deniz Buyukçelebî û Nusret Yilmaz biryara lêpirsînê hebû jî der barê wan de tu lêpirsîn nehat kirin. Li gel ku di telefonan de xwe dan dest jî dîsa lêpirsîn û şopandin nehat kirin. Ji serdema El Kaide yani 2012'an de der barê van navan de lêpirsîn hebû. Telefona wan hatiye guhdarkirin. Komeleya wan hatiye şopandin. Şopandina fîzîkî hatiye kirin. Lê der barê wan de karek nehatiye kirin. Bali, li ser sinor gefan li eskeran dixwe. Xwekuş aşkere di ser sînor re derbas dibin. Tevi hemû delîl û agahiyan bersûc hatin piştguhkirin. Ev bersûc kujer in. Di nokteyek komkujiyê de cih girtine. Ne tenê ev berpirsiyar in. Di heman demê de Waliyê Dîlokê û midûriyeta Polîsan a Dîlokê jî berpirsiyare vê yekê ne. Erkdarên ku sinr parastin jî berpirsiyarê vê yekê ne. Berpirsiyariya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê ji pir zêde ye. Diviya bû ku dadgehê çepera lêpirsînê fireh kiribûya. Lê ev yek nekir. Ji ber ku di belgeyan de dewlet berpirsiyar e. Li şûna dadgeh lêpirsînê fireh û kûr bike, bi lez biryar da û xwest ser dosyayê bigire.
'SERDESTIYA HIQUQÊ KET BIN PIYAN'
Prz. Işik, da zanin ku hiquqa ceza bi vê yekê ketiye bin piyan û wiha lê zêde kir: “Delîlan kom dikin, lê li ser delîlan niqaşan nameşînin û lêkolîn nakin. Dadgeh van şaxan jê bernade û tiştekî nake. Li şûna lêpirsînê lêkolîn bike û fireh bike hemû daxwazên me red kir. Bêyî lêkolînê fireh bike bi lez di Texabê de biryar da. Li gori îdianameyê ceza dan. Hêj doz neqediya ye. Di 8'ê mijdarê de danişin dê dîsa bê dîtin. Ji bo berpirsiyar û rayedarên dewletê yên destê wan di navde heye bên darizanidn hewldan û têşokîna me dê berdewam bike. Heta ku ev bersûc neyên cezakirin ewlehiya tu kesî tune ye. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya hiqûqî dê berdewam bike. Heta ku encama em dixwazin bi dest bixin çend sal bidomin jî tekoşîna me ya hiqûqî dê bidome."
DADGEHÊ DI 3'Ê TEBAXÊ DE BIRYAR DABÛ
Di danişîna dozê de di 3'ê Tebaxê de biryar hatibâ dayîn. Heyeta dadgehê bi tawanbariya "binpêkirina qanûna bingehîn" li bersûc Abdulmutalîp demîr, Talha Guneş, Metîn Akaltin, Yakup Guneş, Hakan Şahîn, Halîl Îbrahîm Alçay, Resûl Demîr, Haci Alî Dûrmaz û Huseyîn Tûnç herkê muebedeke giran û bi tawanbariya "Kuştina bi qesdî" herkê 100 caran cezayê muebeda giran birî. Dadgehê bi tawanbariya kuştina 20 jê zarok 391 kesî jî li bersûcan herkê 27 sal ceza birîbû. Dadgehê li bi hinceta "di çarçoveya fealiyetên rêxistinê bêyî destûr peydakirina madeyên talûke de" li bersûc Abdulmutalîp Demîr, Metîn Akaltin, Yakup Şahîn Burak Oramanoglû û Huseyîn Tûnç herkê 10 sal ceza û 40 hezar lîre cezayê pereyî biribû. Li bersûc Ormanoglû û Akaltin bi tawanbariya "peydakirina çek û guleyên talûke" herkê 10 sal û 6 meh ceza û herkê 36 hezar lîre cezayê pereyî hat birîn. Dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" li bersûc Burak Ormanoglû, Suphî Alpfîdan, Mehmedîn Baraç, Nîhat Urkmez û Yakûp Karaoglû herkê 12 sal û bi heman hincetê li bersûc Esîn Altintûg (Dûrgûn), Hatîce Akaltin, Yakûp Yildirim û Abdulhamît Boz jî herkê 7 sal û 6 meh cea birîbû. Bi hinceta "endmatiya rêxistinê" 18 sal ceza li bersûc Erman Ekîncî jî hat birîn. Dadgehê derbarê bersûcên fîrara İlhami Bali, Savaş Yildiz, Edremit Ture, Deniz Buyukçelebi, Yakup Selagzi, Kasim Dere, Nusret Yilmaz, Mustafa Delibaşlar, Walentina Slobodjanjuk, Muhammet Zana Alkan, Omer Deniz Dundar, Cebrail Kaya, Ahmet Guneş, Kenan Kutval, Bayram Yildiz û Hasan Huseyin Ugur jî de biryar da ku dosyeya wan bê veqetandin.
MA / Berivan Altan