* Li Mêrsînê piştî qedexeya nêçîrvaniyê bi dawî bû, masîvan berê xwe dan behrê. Masîvanan, bilêv kir ku lê belê ji ber bihabûna mazotê rewşa wan xirab e û hinek masîvan jî ji ber heqê mesrefên xwe dernexistin qeyîkên xwe firotin.
* Li Îdirê li Bûrhan B.'yê ku gelek caran xwişkên hev E.Y. (14) û E.Y. (12) îstismar kir, 82 sal û 8 meh û 6 roj ceza hat birîn.
* Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla diyar kiribû ku wan "projeya pergala biray" tesdîq kiriye. Lê belê derket holê ku proje nehatiye etsdîqkirin. Serokê Daîreya Ragihandinê Rifat Ûral got: "Hîn Wezareta Ragihandinê bersiv nedaye."
* Li Heskîfa ku dê di bin bendavê de bimîne, dîwarên keleha dîrokî bi betonê tên girtin.
* Serokê TGS'ê Gokhan Dûrmûş, bilêv kir ku nûçeyên ne li gor polîtîkayên îktîdara siyasî ne sûc in û divê demildest rojnamevanên hatine binçavkirin bên berdan.
* Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk destnîşan kir ku AKP Tirkiyeyê bi rêbazên "çetewarî" bi rê ve dibe û got: "Bêyî muzakereyê çareserkirina pirsgirêka kurd ne mimkun e. Wê israra me ya di siyaseta demokratîk de heta dawiyê dewam bike."
Nivîskar-helbestkar Selîm Temo behsa wêjevanê navdar Mehmet Uzun kir û got: “Dengên ber bi tarîtiya dîrokê ve çûbûn ji nû ve zindî kir. Rewşênbîrên kurd ên bi hesreta welat li sirgûnan bi tena serê xwe dimirin hilgirt anî nav me.”
* Rojnamevan Gokçer Tahîncîoglû ku roja 10'ê Cotmehê li qadê mîtîngê bû got: "Rastî gelek dîmenên wisa hatibûm, lê ya li wir tiştekî cuda bû. Divê daraz di vî warî de civakê serwext bike."
* Bi minasebeta 3'emîn salvegera komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê, Hêza Ked û Demokrasiyê ya Enqere dê li GAR'a Enqereyê, Hêza Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê dê li Ancak a Îzmirê û Hêza Ked û Demokrasiyê ya Edeneyê jî li ber GAR'a Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09:00- 10.00) Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê jî bi heman armancê dê li Kadikoy û Beşîktaşê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (19.30)
* Danişîna doza Gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin Asli Erdogan û Necmiye Alpay jî di navde 9 rojnameger dê li 23'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dê dîtin. (09.45)
* Danişîna doza Nobedarê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Faruk Eren, Ertugrul Mavîoglu, Celal Başlangiç, Omer Agin, Îhsan Çaralan, Huseyîn Aykol, Celalettin Can, Fehim Işik, Oncu Akgul û nivîskar Dilşah Kocakaya, Veysel Kemer, Yuksel Oguz dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Danişina doza Rojnameger Seda Taşkin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bê dîtin. (11.45)
* Şaxa ÎHD'ê ya Setbolê bi armanca komkujiya GAR'a Enqereye şermezar bike dê li pêş Edliyeya Stenbol a Çaglayanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Êlihê bi armanca girtina Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Nizamettin Toguç şermezar bikin dê li avahiya HDP'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Platforma şaxan a KESK'ê bi armanca komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'A Enqereyê şermezar bike dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.30)