ENQERE – Berdevka Komîsyona Hiqûqî ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bi tund operasyona navenda wê Amed a li gelek navendan pêk hat şermezar kir û got: “Diz û heydût deriyan dişkînin û kesên ji xwe aciz berê çekan didin rojnameger û siyasetmedaran.”
Berdevka Komîsyona Hiqûqî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Ayşe Acar Başaran, derbarê perasyona navenda wê Amed a di saetên serê sibê de li gelek navendan pêk hat de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di operasyonên nîvê şevê de 151 siyasetmedar, çalakger û rojnameger deriyên malên wan hatin şikandin û bi çekan hatin binçavkirin. Koalîsyona AKP-MHP’ê ya ku dengên HDP’ê yên di hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an û yên 24’ê Hezîrana 2018’an qebûl nekirin, hewl dide qada siyaseta demokratîk ji parlementoyê derbixe û bi operasyonên nîvê şevê dixwazin faşîzma xwe berfirehtir bikin. Vê tifaqa qirêj di destpêka hilbijartinên herêmî de bi sûcdariyên beredayî hewl dide qirkirina siyasî bidomînin.”
‘EM JI WE NATIRSIN!’
Başaran di daxuyaniya da de, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ji sala 2009’an û vir ve bi awayekî hovane operasyonên xwe didomîne û wiha bilêv kir: “Kesên diz bi şev deriyan dişkînin û yên tirsonek bi şev berê çekan didin siyasetmedar û rojnamegeran. Em ji dozger, bêhiqûqiya dozgerên we û ji pêkûtiyên polîsên we natirsin. Kesên we binçavkirin, demildest berdin û dawî liv an operasyonên xwe yên heydût bînin.”