STENBOL - Karkerên balafirgeha 3'emin a Stenbolê di saetên serê sibê de dema di kontrola nasnameyê re derbas bûn, yên karta wan tune bû hatin binçavkirin.
Karkerên Balafirgeha 3'emîn ên serê sibê bi serwisa çûn cihê kar, piştî di kontrola nasnameyê re derbas bûn, yên kartên wan tune bûn hatin binçavkirin. Berê bi sedema ku şertên kar şermezar kiribûn rastî êrîşa polîs û tîmên taybet hatibûn. Di operasyona ku nêzî 600 karker hatibun binçavkirin jê rêveberên Înşaat İş û Dev Yapi Senê jî di navde 35 kes hatibûn girtin. Sendîkaya Înşaat-Îşê li ser hesabê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku karkerên balafirgehê ji serwîsê daxistin û yên kartên wan tune bûn binçav kirin.