WAN - Li Wanê serê sibê polîsan bi ser malan de girtin û 6 kes binçavkiribûn. Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 14'an.
Polîsan serê bi li navenda Wanê, li navçeyên Ebex, Elbak û Sarayê bi ser gellek malan de girtin. Piştî lêgerîna li malan 14 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de deriyên malan hatin şikandin û eşyayê malan serobin kirin.
Di çarçoveya operasyonê de Haci Darak, Şakir Topçu, Mustafa Kaya, Seyîthan Acar, Fevzî Uzunay, Suleyman Kaya, Nîhat Temel, Şemsettîn Acar, Şahan Furat, Cuzeyrî Ozkaplan, Murat Kaplan û kesek navê wî nehat zanîn hatin binçavkirin.
Hevserokê HDP'a Ebexê Alî Îhsan Taş, rêveberên HDP'ê yên navçeyê Selamî Koç, Cengîz Koç, Faruk Tirak, Nevzat Uzunay ji ber ku ne li malbûn nehatin binçavkirin.
Di operasyona navenda wê li Amedê bû jî Turgut Demîrhan û Ridvan Aslan li navenda Wanê hatin binçavkirin û ew şandin Amedê.