NAVENDA NÛÇEYAN – Derxistina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li gellek navendan hat şermezarkirin. Rêveber û nûnerên partiyan diyar kir ku pêvajoya bi 9’ê cotmehê dest pê kir Tirkiyeyê ber bi şerê navxweyî ve biriye û got: “Şikandina tecrîda Îmraliyê şikandina xeleka faşîzmê ye.”
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajarên herêmê li ber Plaza AZC a li Semta Ofîsa Amedê operasyona îro li 9 bajaran hat lidarxistin û derxistina salvegera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê şermezar kirin. Parlamenteran daxuyanî li dar xist û Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî di nav de koma qelebalix a ji wekîl û rêveberên HDP, DBP û KCD û aktîvîstên TJA’yê pêk dihatin beşdar bûn.
Tevî hemû astengî û dorpêçkirina polîsan jî HDP’iyan daxuyanî da. Li ser navê komê Fatma Kurtulan daxuyanî da û di destpêkê de operasyona îro di serî de li Amedê û li 9 bajaran hat lidarxistin û gellek rojnameger û siyasetmedar hatin binçavkirin şermezar kir û got îxtîdar nikare bi van operasyonan wan ji têkoşîna wan a demokratîk paş de bixîne. Kurtulan pişt re daxuyanî xwend û got: “Faîlên Komploya Navnetewî îro sedema bûyerên li Rojhilata Navîn çêdibin û sedemên şerê cehennemê ye. Divê tecrîda li ser Ocalan bê şikandin.”
‘HÊZÊN KOMPLOGER BERPIRSÊ ŞERÊ CHENNEMÊ NE’
Kurtulan bal kişand ser derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê û wiha got: “Komploya Navnetewî ya ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpêkirî di şexsê Rêzdar Abdullah Ocalan de serî de li dijî gelê Kurd û pêşeroja gelên Rojhilata Navîn e. Destpêka dîroka mudaxeleya mezin a pêşeroja gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn e.
Hêzên desthildatdar ku beriya sed salan sînorên Rojhilata Navîn diyar kirin piştî sedsalên din ji bo Rojhilata Navîn dîsan dîzayn bikin, êrîşî hemû bingeh û îdelojiyan dikin a ku ji bo gelan dibe hêvî. Têkoşîna hevpar a gelan û Yekîtiya Rojhilata Navîn a Demokratîk ya Rêzdar Ocalan jî bûye hedefa van êrîşan. Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêzdar Ocalan derbeyeke li dijî fikra têkoşîna azadiyê ye, ya ku ji gelên Rojhilata Navîn re bûyî îlham. Hêzên herêmî û navneteweyî yên di derketina Rêzdar Ocalan a ji Sûriyê de rol girtin niha jî li Sûriyeyê ne. Faîlên Komploya Navnetewî îro sedema şerê cehennemê yê li Rojhilata Navîn in.”
Kurtulan diyar kir ku Komploya Navnetewî heman demê xefkeke li dijî gelên Tirkiyeyê ye û tecrîd jî êrîşeke li dijî jiyana azad e.
Kurtulan di dewama axaftina xwe de got: “Tevî ku tecrîd li dijî mafê mirovan û Peymana Mafê Mirovan a Ewropaye, biryara dawî ya CPT carek din dide nîşandan ku komploya li dijî Rêzdar Ocalan komployeke navnetewî ye. Tecrîda li Îmralî di rastiyê de li ser hemû civakê tê pêkanîn. Divê tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.
‘TECRÎD WERE ŞIKANDIN WÊ XELEKA FAŞÎZMÊ JÎ WÊ WERE ŞIKANDIN’
Li Îmralî tecrîd were şikandin dê xeleka faşîzmê ya li ser gelan jî bê şikandin. Em carek din Komploya 9’ê Cotmehê şermezar û lanet dikin. Têkoşîna ji bo azadiya Rêzdar Ocalan ji bo aşitî û biratiya gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan em bang li hemû aliyên aşitî û demokrasiyê, kesên xwedî wijdan û xwedî berpirsyar dikin ku bila bikevin nava hewldanan.”
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.
ÊLIH
Rêxistina HDP’a Batmanê jî xwest têkildarî 9’ê cotmehê li ber dere avahiya xwe daxuyanî bide. Lê polîsan destûr neda daxuyaniyê û li hundir civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka HDP’ê Bêrîvan Helen Işik, hevserokên DBP’ê Şukru Tapkan û Selamet Akyuz, rêveberên partiyan û dayikên aştiyê beşdar bûn. Alîkarê Hevserokên HDP’a Êlihê Mahîr Kiliç daxuyanî da û diyar kir ku komploya 9’ê cotmehê didome û li gel 20 sal bi ser komployê de derbas bûye jî ji bo gelên Tirkiyeyê tiştek nehatiye guhertin.
Hevserok Işik jî got divê Ocalan ji şertê tecrîdê bê derxistin û ji bo ewlehiya wî hemû cîhan bê agahdarkirin.
EDENE
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Edeneyê jî li avahiya DBP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka HDP’a Edeneyê Gulseren Tural komploya li dijî Ocalan şermezar kir û got: “Ji bo demek zûtir pêşiya demokrasî û aştiyê bê vekirin, divê tecrîdkirina birêz Ocalan a li dijî mirovahiyê bê bidawîkirin.”
MÊRSÎN
Nûnertiya Komeleya Piştevaniyê û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAYDER) ya Çukurova jî têkildarî 9ê cotmehê li avahiya komeleya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama TUAYDER’ê Zahîde Yavuz tecrîdkirina Ocalan bibîr xist û got: “Ocalan mirovek û girtiyek ji rêzê nîne. Em bang dikin tecrîdkirina di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de tecrîdên li hemû girtiyan bila bên bidawîkirin.”