STENBOL - Siyasetmedar Ertugrul Kurkçu, bertek nîşanî operasyona navenda wê Amed e û li 9 bajaran li dijî siyasetmedar û rojnamegeran pêk hat, da û got: "Ev operasyona beriya hilbijartinê ye" Rojnameger Fatih Polat û Faruk Eren jî diyar kir ku bi vê yekê peyama 'Em her dem li ser pişta we ne" didin.
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 9 bajarên ku navenda wê Amed bû operasyona siyasî pêk hat. Di operasyonê de Rojnameger Abdurrahman Gok, Kibriye Evren, Semîha Alankuş, Esra Solin Dal û Lezgîn Akdenîz jî di navde nêzî 150 kes hatin binçavkirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî binçavkirinan zêde dibin.
OPERASYONA BERIYA HILBIJARTINÊ YE
Siyasetmedar û parlamenterê HDP'ê yê berê Ertugrul Kurkçu, bertek nîşanî operasyonê da û got: "Ev operasyona beriya hilbijartinê ye. Di navde rêveberên KCD'ê, nûnerên partiyên siyasî û rojnameger jî hene. AKP ji bilî xwe partiyên din û muxalifan nas nake. Ev nîşan dide kû dê êrîşên AKP'ê berdewam bikin. Ev tenê bi kurdan bi sînor namîne. Dibe ku li Stenbol, Enqere, Îzmir, Mêrsînê ku hevkariya AKP-MHP'ê lê zêde ye operasyonên bi vî rengi pêk bên.
POLAT: EV BERDEWAMA ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊ YE
Gerînendeyê Weşana Giştî Fatih Polat, jî bal kişand ser gotina Serokomar Tayyip Erdogan a “Hewce bike em dê dîsa qeyûm tayîn bikin" û wiha got: “Balkêş e piştî vê daxuyaniyê ev operasyon pêk tê. Ev operasyon li dijî gelê kurd e. Xuya dike ku dê heta hilbijartinên rêveberiyên herêmî berdewam bike. Di heman demê de li dijî îtîfaq û yekîtiya hêzên demokratîk pêk hatiye. Di nava vê operasyonê de hempîşeyên me jî hene. Ev berdewama zextan e. Beriya hilbijartinê li dijî kurdan pêk hatiye. Gelek hempîşeyên me yên rojnameger jî di navde ne.
EREN: DIXWAZIN BÊJIN 'EM LI SER PIŞTA WE NE'
Serokê Sendîkaya Basin Îş a DİSK'ê Faruk Eren jî bertek nişanî operasyonê da û diyar ki ku zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran berdewam dike. Eren, anî ziman ku ev yek xan dixe nava fikaran û xwest hevalên wan ên hatine binçavkirin bên berdan. Eren, da zanin ku dixwazin zextên li ser rojnamegeriyê zêde bikin û wiha got: "Erdogan beriya hilbijartinê got 'Ez dê li şûna kesên bên hilbijartin qeyûm tayîn bikim' û peyam da.