STENBOL - Danişîna doza Nobeta Gerînendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin hat dîtin. Hat hînbûn ku parastina Nivîskar Ahmet Nesin bi rêya îstinabe girtin. Doz dîsa taloq kirin.
Danişîna doza Nobeta Gerînendeyê Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin li 13'emin Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Danişina dozê ya Nunerê Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderlioglu û Nivîskar Ahmet Nesin, Seroka Vakfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ku bi îdiaya "Propaganda rêxistinê" tên darizandin berdewam kir. Di danişînê de Onderoglu, Fincancî û parêzerê wan li salonê amade bûn. Nivîskar Ahmet Nesin ku li dervê welat e jî li dervê welat îfade şand û xwest wergerî tirkî bê kirin. Dozger xwest parastina Ahmet Nesin bê rawestandin.
Heyeta dadgehê xwest li benda rapora kesên zana rawestin û biryara girtinê ya der barê Nesin de jî bê rawestandin. Heyetê doz taloqî 28'ê Çileya 2019'ê kirin.