AMED – Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan binçavkirina rojnamegeran wek “operasyona astengkirina rojnamegeriyê ye" nirxand û xwest 4 rojnameger bên berdan. Nûnerê TGS’ê Mahmut Oral got baweriya wan bi sûcdarkirina xistine stûyê rojnamegeran nayê.
Rêxistinên rojnamegeran ên li Amedê bertek nîşanî binçavkirina rojnameger Abdurrahman Gok, Kîbriye Evren, Semîha Alankuş û Esra Solîn Dal dan. Berdevkê Înisiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan anî ziman ku rojnameger bi fermanê hatine binçavkirin û got: “Operasyon li ser plansaziya fermana navendî pêk hatiye. Ji bo hin kes tatmîn bibin ev operasyon pêk hatiye. Piştî daxuyaniya Serokomar Edogan pêkhatina operasyonek wiha ne tesadûfî ye. Di daxuyaniya xwe de rojnamegeran hedef nîşan daye. Heta niha 4 hevalên me binçav kirin e û bi ser mala rojnameger Omer Çelîk de girtin e û deriyê wî şikandine.”
‘OPERASYONA ASTENGKIRINA PÎŞEYÊ YE’
Boltan binçavkirina rojnamegeran rexne kir û wiha got: “Ev operasyona ku naxwazin rojnameger pîşeya xwe bikin. Hevpîşeyên me beriya niha jî li ser fermana dozgeriyê çûne emniyetê û îfade dane. Li gel vê jî bi ser malê wan de hatiye girtin. Tekane armanca vê operasyonê heye, ew jî dixwazin bêjin ‘me we jî bîr nekiriye. Hûnê vê pîşeyê nekin.’ Ev operasyona vê yekê ye. Ev operasyonek sûc, darazî û hiqûqî nîne. Bi kurtasî operasyona tirsandin, çewisandin û nahêlin kar bikin e. Ev bi serê xwe sûc e. Em vê nêzîkatiyê bi tu awayî qebûl nakin.”
Boltan da zanîn ku dixwazin bi van operasyonan tola nûçeyên hatine çêkirin û wêneyên hatine kişandin ji rojnamegeran bê sitendin û xwest hevpîşeyên wan demildest bên berdan.
TGS: ÎDIA NAYÊN BAWERKIRIN
Nûnerê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ê Amedê Mahmut Oral jî destnîşan kir ku bi tu awayî baweriya wan bi îdiayên arasteyî rojnamegeran kirin e nayê û wiha got: “Hevpîşeyên me rojnamegeriyê dikin. Îxtîdar dîsa dixwaze li ser rojnamegeran çavtirsandinê bide. Em hînî van operasyonan bûne. Dîsa em bi sibehek hevpîşeyên me hatin binçavkirin şiyar bûn. Li gorî agahiyên me bi dest xistin hevpîşeyên me bi sûcdariya ‘Kordînasyona Çapemeniya KCK’ê hatine binçavkirin. Heke derbarê rojnamegeran de lêpirsînek birêve tê birin hebe, divê demek beriya demekê derxin meqamên edlî. Çimkî beriya niha jî îxtîdarê rojnamegeran binçav kir û hêj serê ewil bû rojnamegeran ceza kir. Em daxwaz dikin ku tiştek wiha neyê serê hevalên me. Hêj beriya çend rojan rojnameger Omer Çelîk li Edliyeya Amedê di doza xwe de rojnamegeriyê parast. Hefteyek derbas nebû bi ser mala Çelîk de girtin û deriyê mala wî şikandin. Abdurrahman Gok hefteyek berê çû miduriyeta polîsan û îfade da. Piştî hefteyekê hat binçavkirin. Binçavkirina hevpîşeyên me me dixe nava xetereyan.”
AGAHÎ NEDAN GGC’Ê
Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrêrojhilat (GGC) Veysî Îpek jî diyar kir ku wan têkildarî binçavkirina rojnaemgeran li emniyetê geriyan e lê agahî negirtine û li ser vê yekê ji Serdozgeriya Komarê ya Amed3e daxwaza hevdîtinê kirin e.