AMED - Hat diyar kirin ku cerdevanên di çarçoveya operasyona leşkerî ya hefteyeke li Lîcê berdewam dike de anîn gundê Çemê Elîka çav berdana toraqa û rûnê nivîşkê yê gundiyan.
Operasyona leşkerî ya berî hefteyekê li navçeya Lîcê ya Amedê hat destpêkirin, didome. Hat diyar kirin ku li gundê Çemê Elîka yê Lîcê hîna jî leşker li ber deriyên malan nobetê digirin. Di heman demê de hat destnîşan kirin ku cerdevanên di çarçoveya operasyonê de anîn gund, toraq û rûnê nivîşkê yê gundiyan ên bin erdê de derxistine û birine.
Li aliyê din leşker û cerdevan ketine baxçeyên zerzewatên gundiyan û hemû talan kirin. Di heman demê de hat bilêv kirin ku duh li çoltera gund şewatê rû daye û şewat berdewam dike.
Di vê naberê de, hat diyar kirin ku Mehmet Alî Oyunlu ê 82 salî û Mehmet Oyunlu yê 45 salî yên duh di saetên şevê de hatin binçavkirin agahî ji wan nayê girtin.