AMED - Navê 63 kesên di operasyona navenda wê li Amedê, ya li 9 bajaran pêk hat û hîna jî berdewam dike de hatin binçavkirin diyar bûn.
Di operasyona navenda wê Amedê ya li 9 bajaran pêk hat de, bi ser malên rojnameger û siyasetmedaran de hatin girtin. Li Amedê, polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser gelek malan de girtin, deriyên gelek malan şikandin û di hûndir de lêgerîn pêk anîn. Di heman demê de, polîsan bi ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a li Semta Dîclekentê de girtin, derî û paceyên wê şikandin û di hûndirê avahiyê de lêgerîn kirin. Hat diyar kirin ku operasyona li bajêr berdewam dike û dibe ku hejmara binçavkirinan zêdetir bibin.
NAVÊ 63 KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN WIHANE:
“Rojnameger Kîbriye Evren, Abdurrahman Gok, Semîha Alankuş, Esra Solîn Dal; endamên Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Hasan Huseyîn Ebem, Mehmet Nurî Ozdemîr, Huseyîn Kaya, Hîlmî Aydogdu, Adnan Akgul; endama Meclîsa Daîmê ya KCD’ê Ruken Kiliç, xebatkarê KCD’ê Vahît Dogrul, Hevserokê HDP’a Bajêr Şerîf Çamçi, xebatakarê çapemeniya HDP’ê Vedat Dag, endama Meclîsa HDP’ê Eylem Ceylan, Alîkara Hevseroka Giştî ya DBP’ê Seher Tumer, Edama Meclîsa DBP’ê Nevriye Çûr; Aktîvîstên TJA Fîgen Ektî, Elîf Harran, Fîgen Aras, Mekiye Ormancî, Sercan Dogan; Selma Metîn, Nîmet Yurek, Neslîhan Karacadag, Aygul Alagunduz, Dilnaz Ekmekçî, Ahmet Aslan, Leyla Tekdag, Mukrîme Kalkan, Zekî Baran, Pinar Tekîn, Engîn Babayîgît, Şehmûs Karayal, Zehra Ozdemîr, Mehmet Ay, Muazzez Canpolat, Rifat Ronî, Leyla Ayaz, Şatî Hayme, Kadriye Ozcanli, Mehmet Temîzyuz, Evîndar Aydin, Zana Doner, Mahîr Koyun, Nalan Ozaydin, Muzaffer Ulaş, Mehtap Metîn, Abbas Aslan, Necdet Sezgîn, Sema Koç, Veysel Ozektî, Emrullah Kalkan, Pinar Sirnaç, Nivîskar Mehmet Akdogan, Hatîce Şen, Derya Aslan, Selda Erten, Habîbe Ekîncî, Halîse Yavûz, Hasan Çîçek, Savaş Aslan (belavkarê rojnamê), Hayat Ozmez (belavkarê rojnemê) û Siyajin a paşnavê wê nehat zanîn.