ÊLIH – Li Êlihê 5 kesên hatibûn binçavkirin bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hatin girtin. Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Nizamettin Toguç jî di navde 3 kesên din jî li bendê ye ku îro sewqî dozgeriyê bikin.
Polîsan di 6'ê Cotmehê de bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevseroke HDP'ê Nizamettin Toguç jî di navde 8 kes binçav kirin. Ji 8 kesên hatin binçavkirin jê 5 kes şevê din sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê piştî li îfadeya 5 kesan guhdar kir, der barê wan de biryara girtinê da. Dadger piştî der barê Diyar Adibelli, Kazim Barişçioglu, Hayrettin Baran, Bedrî Ot û Nevzat Bozyîgî de biryara girtinê da, ew şandin girtîgehê.
Siyasetmedar Toguç û 2 kesên din ku hêj di bin çavan de ne, li bendê ye ku îro wan sewqî dozgeriyê bike.