STENBOL - Li Stenbolê di 14'ê Tebaxa 2015'an de Mazlûm Kaynak bi gumana dizî kiriye hat binçavkirin, lê bela dema wî dibirin edliyeya ya li navçeya Karasû ya Sakaryayê bi îdiaya reviyaye polîsan bi çekê bera wî da û kuşt. Di doza hat kirin de derket holê ku polîs derew kirine û ji paş ve bera Kaynak dane.
Li Stenbolê di 14'ê Tebaxa 2015'an de Mazlûm Kaynak (18) bi gumana dizî kiriye hat binçavkirin. Lê bela dema wî dibirin edliyeya ya li navçeya Karasû ya Sakaryayê bi îdiaya reviyaye polîsan bi çekê bera wî da û kuşt. Dê danişîna 8'an a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Sakaryayê îro pêk bê. Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Sakaryayê amade kiribû de hatibû îdiakirin ku Kaynak û polîse pev çûne û di pevçûnê de polîs Nilufer Yilmaz ew kuştiye. Der barê du polîsên ku roja bûyer qewimî li cihê bûyerên de biryara "pêdivî bi şopandinê" tune ye hat dayîn. Lê belê tişta balkêş ew e ku polîsa ku der barê wê de de hat vekirin roja bûyerê roja wê ya destûrê bû, lê roja bûyerê li qereqola navçeyê bû.
Di îdianameyê de hat îdiakirin ku dema Kaynak reviyaye, ew û polîs Yilmaz rû bi rû mane û demançeya kûriskî ya di dest xwe de spartiye polîs, polîs Yilmaz jî du gule berdane lingên wî û sînga wî û bi vî awayî miriye. Di îdianameyê de tê xwestin ku Yilmaz bi tawanbariya "kuştina bi qesdî" bê cezakirin.
SAZIYA TIBA EDLÎ: JI NÊZ VE HATIYE KUŞTIN
Di danişîna herî dawî pêk hat de, parêzerê malbata Kaynak xwestibû kincên Kaynak ji Saziya Tiba Edlî re bên şandin. Piştî vê Saziya Tiba Edlî encamên lêkolîna li ser kincan kir ji dadgehê re şand. Di rapora saziya edlî de derket holê ku polîs ji mesafeyeke nêz ve bera Kaynak daye.
Lê belê rapora saziya tiba edlî îfadeya polîs Nîlufer Yilmaz û polîsên şahid diderewîne. Polîsa bersûc îdia kiribû mesafeya di navbera wê û Kaynak de 6-7 metre bû û rû bi rû bûn. Lê belê di rapora 22'yê Cotmeha 2015'an a saziya tiba edlî de hatibû gotin ji paş ve gule li kaynak ketine.
'DIVÊ BÊ GIRTIN'
Parêzera dozê Narîn Yilmaz, destnîşan kir ku piştî rapor hat divê polîsa bersûc Yilmaz bê girtin.
MA / Yasin Kobulan