AMED - Wênekêş Bûrhan Gîzlenmîş, ji ber nexweşîna pençeşêrê mecbûr ma wênekêşên xwe yên pir ji wan hez dike bifiroşe. Gîzlenmîş, diyar kir ku rewşa wî ya aborî nebaş e û ji bo piştevaniyê bang li herkesî kir.
Wênekêş Bûrhan Gîzlenmîş (39) ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 4 salan di girtîgehê de ma û di sala 2011'an de hat berdan, ji ber nexweşîna wî ya tuberkuloza hestiyan nehat tedawîkirin di sala 2013'an de nexweşîna pençeşêra hestiyan lê peyda bû. Piştî Gîzlenmîş hay ji nexweşîna xwe çêdibe, dest bi tedawiyê dike û heta niha 3 caran emeliyat bûye. Her wiha Gîzlenmîş herî dawî di sala 2015'an de dema li Sûrê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin ji ber wêne kişandin hat girtin û nêzî 8 mehan girtî ma û piştî hat berdan 6 roj şûnde bavê wî ji ber pençeşêra hestiyan mir. Gîzlenmîş, anî ziman ku ji ber vê yekê nexweşîna wî girantir bûye û her diçe rewşa wî ya aborî xirabtir dibe.
13 MEH IN LI MALÊ LI ERDÊ YE
Gîzlenmîş, gelek wêneyên bajêr kişandine ku ji bo dîroka bajêr di wesfê belgeyan de ne. Lê belê ji bo tedawiya xwe mecbûr ma makîneya xwe ya wêneyan û ekîpmana xwe bifiroşe. Ji ber nexweşînê canê Gîzlenmîş werimiye û ji ber vê jî 13 meh in li malê li erdê ye. Mehê heqê dermanên Gîzlenmîş 750 lîre ye. Gîzlenmîş, anî ziman ku ji ber dermnaxneya ku derman dide wî nas e, alîkariya wî dike lê belê wekî din rewşa wî nebaş e.
LI BENDA ALÎKARIYÊ YE
Gîzlenmîş, diyar kir ku piştî bavê wî miriye, tenê dahata wan hezar lîre ye ku diya wî distîne û ev pere jî ancax têra kirê û fatûreyan dike. Gîzlenmîş tevî diya xwe dimîne û her wiha 4 zarokên wî hene û dudoyan jê dide xwendin û birayekî wî jî 8 sal in bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" di girtîgehê de ye û alîkariya birayê xwe jî dike. Gîzlenmîş xwest alîkarî û piştevaniya wî bê kirin.
‘MECBÛR MAM WÊNEKÊŞA XWE BIFIROŞIM'
Gîzlenmîş, bilêv kir ku ji ber rewşa aborî ji mecbûrî wênekêşa xwe û ekîpmana xwe firotiye û got: "Wênekêşa min û kişandina wêneyan hinekî êşa min sivik dikir. Dema min makîneya xwe hildigirt nexweşîna min nedihat bîra min. Lê ji ber nexweşîna xwe mecbûr mam makîneya xwe bifiroşim." Gîzlenmîş têkiliya di navbera xwe û makîneya xwe de jî wiha bilêv kir: "Herkes evîna xwe li cem xwe digeranî, lê min a xwe li pişta xwe dikir û digerand. Lê mecbûr mam evîna xwe bifiroşim."
'DEYNÊ DERMANXANEYÊ ZÊDE BÛ'
Gîzlenmîş, destnîşan kir ku dewlet dibêje dermanên pençeşêrê belaş in, lê belê ne wisa ye û got: "Dewlet tenê dermanê herî erzan belaş dide. Lê belê dema tu diçî dermanxaneyê ew derman jî tune ne. Loma em heqê dermanan didin. Dermanxane nas e, ger ne nas bûna min ê nikaribûna ew derman jî bikiriyana. Deynê dermanxaneyê zêde bû. Ji ber nas e dermanan tînim. An jê min ê nikaribûna. Dewlet dibêje belaş e, lê tiştekî wisa tune ye."
‘BIJÎŞKÊN BAŞ HENE, LÊ...'
Gîzlenmîş, diyar kir ku rojên wî pir xirab derbas dibin: "Êşa min giran e. Lê êdî naqîrim. Çimkî tu tişt naguhere." Gîzlenmîş, anî ziman ku ji ber rewşa aborî nikare li cihekî baş tedawî bibe û got: "Bijîşkên baş hene. Lê dema rewşa mirov nebaş be, bijîşkên baş jî bi kêr nayên."
‘LÎREYEKÊ DIXWAZIN LÊ NIKARIM BIDIM'
Gîzlenmîş, anî ziman ku ew nikare xercaneya zarokên xwe yên diçin dibistanê jî bide û got: "Tişta herî min diêşîne jî ev e. Ronî û Mordem Amed serê sibehê diçin dibistanê, xercaneyê dixwazin. Wisa pereyekî zêde jî naxwazin. Lîreyek an jî du lîreyan dixwazin. Lê ji ber tune ye nikarim bidim. Zarokên te diçin dibistanê lê tu nikarî xercaneyê bidî wan. Wê kêliyê mirov dixwaze têkeve bin axê."
Gîzlenmîş got: "A rast fedî dikim. Lê kesên derfetên wan hebin alîkariyê bikin ez ê kêfxweş bibim. Ger nikaribin jî bila canê wan sax be. Çi qas zehmet be jî em ê li ber xwe bidin."
MA / Mehmet Şah Oruç