AMED – Li Amedê rojnameger Abdurrahman Gok, Kibrîye Evren û Semiha Alankuş û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi jî di navde zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin.
Li Amedê polîsan bi ser mala gelek siyasetmedar û rojnamegeran de girt û zêdeyî 100 kesan binçav kirin. Polîsan serê sibe bi maşineyên sirxî bi ser malan de girt û gelek derî şikandin û ketin malan. Polîsan di serdegirtina malan de di navde Rojnameger Abdurrahman Gok û Kibiriye Evren û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi jî di navde zêdeyî 100 kesan binçavkirin.
BI ÇEKÊN LÛLEDIRÊJ BI SER MALA GOK DE GIRTIN
Polîsan bi çekên lûlederêj bi ser mala Abdurrahman Gok de girtin û Gok û hevalên wî yên li malê bi devve li erdê dirêj kirin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştî li mala Gok lêgerîn kir, gelek pirtûk, kovar û amûrên aydî Gok desteser kirin. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.
KESÊN LI AMEDÊ HATIN BINÇAVKIRIN
Kesên li Amedê hatin binçavkirin û navê wan hat fêrbûn wiha ne: Nevriye Gul, Neslihan Karacadag, Figen Ektî, Huseyin Kaya, Elif Haran, Aygul Alagunduz, Ahmet Aslan, Leyla Tekdag, Mehmet Nur Ozdemir, Eylem Ceylan, Sercan Dogan, Vedat Dag, Selma Metîn, Nîmet Yurek, Hilmi Aydogdu, Figen Aras, Mekiye Ormanci, Zekî Turan, Pinar Tekîn, Vahît Dogrul, Engîn Babayigît, Şeyhmus Karayil, Siyajîn, Hasan Huseyîn Ebem, Zehra Ozdemîr, Mehmet Ay, Leyla Ayaz, Muazzez Canpolat, Rifat Ronî, Şafî Hayme, Kadriye Ozcanli, Mehmet Temîzyuz, Evîndar Aydin, Mahîr Koyun, Zana Doner, Adnan Akgul, Nalan Ozaydin, Muzaffer Ulaş
Hat hînbûn ku kesên hatin binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê. Sedema binçavkirina wê nehat fêrbûn.
Dorpêça bi maşîneyên zirxî û TOMA ya li ber avahiya HDP'ê ya Amedê didome.
DERIYÊ MALA ROJNAMEGER ÇELÎK ŞIKANDIN
Polisan bi ser mala rojnameger Omer Çelîk de jî girtin. Polîsan di serdegirtina mala Çelîk de bi hesinan deriyê mala Çelîk şikandin. Polisan piştre li malê lêgerîn kirin û amûr belav kirin.
ALANKUŞ LI STENBOLÊ BINÇAV KIRIN
Rojnameger Semîha Alankuş jî li Stenbolê di serdegirtina malê de binçavkirin. Hat hînbûn ku piştî Alankuş binçav kirin dê wê bînin Amedê. Li aliyê din hat hînbûn ku polîs bi maşîneyên TOMA û zirxî li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rawestiya ne.
Li Rihayê jî endama Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk a Rihayê Ruken Kilinç jî binçav kirin.
WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR DAXUYANÎ DA: 90 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Têkildarî operasyonan jî Wezareta Karên Hundirîn daxuyanî da û diyar kir ku di operasyonan de 90 kes hatine binçavkirin. Wezaretê diyar kir ku li 8 bajaran operasyon pêk anîne û 90 kes hatine binçavkirin. Wezaretê wiha got: "Di deşirrekirina rêxistina PKK/KCK'ê û astengkirina xebatên wê de saet di 01.00'ê 09.10.2018'an de operasyon hatiye destpêkirin. Di operasyonan de li Amedê 80, li Stenbolê 3, li Wanê 2, li Şirnexê 1, li Rihayê 1, li Êlihê 1, li Mêrsinê 1, li Mêrdînê 1 bi giştî li 8 bajaran 90 kes hatine binçavkirin. Di operasyonan de alav û amûrên rêxistinî hatine bi destxistin."