MÊRDÎN – Li Qoserê 11 kesên 3 roj berê hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, di 5'ê Cotmehê de polîsan avêt ser malên rêveberên HDP û DBP'ê yê navçeyê û 11 kes binçavkirin. Ji vana 10 kes piştî îfadeya li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê jî bi îdiaya "endamtiay rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" her 10 kes sewqî Dadweriya Ceza ya Sulhê kirin. Dadweriyê bi şertê venêrîna edlî her 10 kes berdan.
Her wiha hat hînbûn ku Mesût Yîgît jî piştî îfadeya li emniyetê hatiye berdan.