ÊLIH – Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Berîvan Helen Işik ku li Êlihê hat derbkirin û paşê hat binçavkirin, bi şertê venêrîna edlî hat berdan.
Duh li Êlihê ji ber ku binçavkirina Hevserokê HDP'a Êlihê Nîzamettîn Togûç binçavkirin, Hevseroka HDP'ê ya Êlihê Berîvan Helen Işik jî di nav de gelek partiyî ji aliyê polîsan ve hatibûn derbkirin. Di vê mudaxileyê de Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Berîvan Heşen Işik û endamê partiyê Habîp Azboy hatibûn binçavkirin. Işik û Azboy îro sewqî edliyeyê hatin kirin û dadgehê bi şertê venêrîna edlî Işik û Azboy berdan.
Piştî Işik û Azboy hatin berdan, li avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyanî hat dayîn. Parlementerên HDP'ê Necdet Îpekyuz, Remziye Tosûnî Salîha Aydenîz, Nûran Îmîr, Semra Guzel, Endamê Dîwana Kongreya Civak Demokratîk (KCD) Selîm Sadak, Dayikên Aştiyê û partiyî tev li daxuyaniyê bûn.
'EM Ê BI PAŞ VE GAV NEAVÊJIN'
Hevseroka HDP'a Bajêr Berîvan Helen Işik di civînê de axivî û anî ziman ku mafên wan ê demokratîk hatine astengkirin û got: "Pêşî polîsan hişt em li ber derî daxuyaniyê bixwînin. Lê paşê mafê me yê demokratîk hat astenkirin, em derb kirin û binçav kirin. Çend roj berê şînek me jî hat astengkirin. Dixwazin me bitepisînin. Lê li kuderê dibe bila em ê tevî gelê xwe tu carî bi paş ve gav neavêjin."