MELETÎ - 10'emîn danişîna doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku qeyûm tayînî şûna wê kirin û Hevseroka DBP'ê ya Giştî Sebahat Tuncel hat dîtin. Di danişina îro de jî Kişanak û Tuncel nehatin berdan.
10'emîn danişîna doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ku di cotmeha 2016'an de hatin girtin û girtî tên darizandin îro li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê hat ditîn. Di danişînê de Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemîr, parlamenterên Zurihê yên Swêdê Muamer Kurtulmuş, Ji navenda GişTî ya ÎHD'ê Kasim Akbaş, ji şaxa Stenbolê Deniz Yildiz, Serokê Şaxa ÎHD'ê prz. Abdullah Zeytun, rêveberên şaxa Meletiyê û gelek parêzer amade bûn. Dozger bi îdîaya “Rêxistin ava kiriye û bi rêve dibe", “Li dijî zagonan civîn, meş û xwepêşadan pêk anîne" û “propaganda rêxistinê kiriye" der barê Gultan Kişanak de heta 230 salî û der barê Tuncel de jî heta 145 salan cezayê girtîgehê dixwazin.
Di danişînê de Kişanak û Tuncel amade nebûn. Li şûna Kişanak û Tuncel parêzeran parastin kirin. Parêzeran piştî parastinê xwestin muwekilê wan serbest bên berdan. Heyeta dadgehê jî piştî navberê daxwaza parêzeran red kir û berdewama girtina Kişanak û Tuncel da. Heyetê ji bo Kişanak û Tuncel bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bibin doz taloqî 17'ê Kanûna 2018'an kir.