AMED - Leşkerên ku li Gundê Çemê Elîka yê Navçeya Lîcê nobetê digirin destûr nadin welatî derkevin dervê malên xwe. Welatiyên zexîre û nifqeyê wan xelas bûn, bang li parazvanên mafên mirovan û hêzên demokratîk kirin ku destê alîkariyê dirêjî wan bikin.
Walitiya Amedê li 65 gund û mezrayan ji 4 cotmehê saet ji 06.00’an û şûnde qedexe îlan kir. Operasyona leşkerî ku dest pê kiriye didome. Di çarçoveya operasyonê de li Gundê Çeme Elika dorpêça eskeran didome. Eskerên ku gundê Çemê Elîk dorpêç kirine destûr nadin welatî ji malên xwe derkevin. Welatiyan diyar kirin ku li ber her deriyekî eskerek nobetê digire û destûr nadin ji malên xwe derkevin. Şêniyên gund diyar kirin ku esker destûr nadin ji malên xwe derkevin û nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî temîn bikin. Welatiyan anîn ziman ku esker gefan li wan dixwin û dibêjin "Ger ku hûn gund terk nekin em dê serê we bi eciqînin." Welatiyan da zanîn ku ji ber gund hatiye dorpêçkirin nikarin sewalên xwe bibin çêrê û nikarin êm bikin û dîsa nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanê yên xwarin, vexwarin temîn bikin. Welatiyan destnîşan kirin ku hem zexîreyê wan û hem jî êmê pesê wan xelas bûye û nikarin biçin derve bistînin. Welatiyan destnîşan kir ku ji ber destûr nadê dayîn sewalên wan birçî dimîne û bang li parazvanên mafên mirovan û hêzên demokratîk kirin ku li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin û têvin nava tevgerê.
Hat diyar kirin ku eskeran qadên daristanî yên çiyê şewitandine û agirê bi daristanê ketiye didome.