ENQERE – Li gorî rapora Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, di meha Îlonê de 231 binpêkirinên mafan hatin jiyîn, 840 kes hatin binçavkirin û 858 kes rastî îşkencê û kiryarên xerab hatin.
Parlamenterê Partiya Gelan a Komarê (CHP) a Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, rapora meha Îlonê ya 2018’an a derbarê binpêkirinên mafên jiyanê yên hatin jiyîn de amadekiribû, ji raya giştî re parve kir.
Li gorî raporê, di meha Îlonê de, ji ber binpêkirinên mafên jiyanê 231 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat diyar kirin ku 157 kes ji ber cînayetên kar, kesek ji ber înfaza bêdaraz, 3 kes ji ber êrîşên rêxistinên derqanûnî, kesek di girtîgehê de û 23 kes jî di pevçûnên bi çekde jiyana xwe ji dest dan û 45 jin jî ji ber tundiya zilam jiyana xwe ji dest dane.
858 KIRYARÊN XEBAT Û BINPÊKIRINÊN MAFAN HATIN JIYÎN
Di beşa raporê ya “Îşkence û di girtîghan de îşkence û kiryarên” de ev tişt hatin gotin: “858 kiryarên xerab û binpêkirinên mafan hatin jiyîn. Di civîn û xwe pêşandanan de mirov hatin derpkirin, paşve hatin kelepçekirin, gaza îsotê li wan hat reşandin û hatin binçavkirin. Gelek kesên rastî îşkenceyê hatin serlêdana sûc nekirin û îşkence eşkere nekirin.”
DI ÇARÇOVEYA AZADIYA RAMANÊ DE 415 BINPÊKIRINÊN MAFAN
Di beşa raporê ya “Azadıya Ramanê de” de jî wiha hat gotin: “Ji ber parvekirinên medya civakî lêpirsîn derbarê 294 kesan de hat vekirin. Ji van lêpirsînan tenê 63 lêpirsîn di çapemeniyê de derketin. Di heman demê de ji ber parvekirinên medya civakî jî 11 kes hatin girtin û di çarçoveya azadiya ramanê de hezar û 415 binpêkirinên mafan hatin jiyîn.
HERÎ KÊM MÛDAXILEYÊ 60 ÇALAKIYAN Û DAXUYANIYÊN ÇAPEMENIYÊ HATIN KIRIN
Di dawiya raporê de wiha hat bilêvkirin: “Di meha Îlonê de 20 çalakî, şano û xepêşandan hatin qedexekirin. 840 kes jî di daxuyanî û çalakiyan de hatin binçavkirin. Ji ber dozên derbarê civîn û xwepêşandanan de hatin vekirin, ceza li 6 kesan hat birîn û doza 52 kesan jî betal bûn.”