EDENE/MÊRSÎN - Hiqûqnasên Baroya Amed û Mêrsînê têkildarî êrîşa li dijî parêzeran û girtina parêzeran daxuyanî dan çapemeniyê. Baroyên Edene û Mêrsînê diyar kirin ku parastin nayê bêdengkirin.
Baroyên Edene û Mêrsînê têkildarî êrîşa li dijî Prz. Omer Kavilî yê endamê Baroya Stenbolê ku hat girtin û dîsa hat berdan daxuyanî dan çapemeniyê. Parêzerên li pêş Edliyeya Edeneyê kom bûn, pankarta "Parastin nayê bêdengkirin" vekirin û heta Parka Înonu meşiyan. Di çalakiyê de parlamenterê CHP'ê Ayhan Barut, Nûnerê ÎHD, Egîtîm Sen, Prz. Omer Kavili û gelek parêzerên din amade bûn. Piştî meşê Serokê Baroya Edeneyê Veli Kuçuk, diyar kir ku di demên dawî de li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî bi sedan parêzer hatin girtin û mafê parastinê hatiye îhlalkirin. Kuçuk, anî ziman ku bi girtina parêzeran dixwazin daraz û hiqûqê bê îtîbar bihêlin. Kuçuk, xwest kes ji parastinê netirse.
YEŞÎLBOGAZ: EM DÊ SERDESTIYA HIQÛQÊ BIPARÊZIN
Serokê Baroya Mêrsînê Prz. Bilgin Yeşilbogaz jî bertek nîşan da û diyar kir ku ew girtina parêzeran qebûl nakin û li hemberî van êrîş û girtina bêdeng namînin.
KAVÎLÎ: EZ BI CUBBEYÊ XWE RASTÎ LÊDANÊ HATIM
Prz. Omer Kavilî jî diyar kir ku dema hat girtin xwest bi muwekilê xwe re hevdîtin bike, lê destûr nedan û wiha got: "Ez bi fermana serokê dadgehê ji salonê hatim derxistin. Ez bi erdê re kaş kirim û derxistim. Leşker û polîsên li salonê ez tevî cubbeyên parêzeriyê derb kirim. Ez dê her dem ji bo parastinê têbikoşim. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.