AMED - Operasyona leşkerî ya berî hefteyekê li taxên çolterên Lîcê destpê kir, berdewam dike. Hat diyar kirin ku li taxên hatin qedexekirin, gelek sewalên gundiyan mirar bûn.
Operasyona leşkerî ya berî hefteyekê li 65 gund û gomên herêma çolterên navçeya Lîcê ya Amedê destpê kir, berdewam dike. Hat diyar kirin ku ji ber operasyonê, leşker welatiyên taxan hem mexdûr dikin û hem jî gefê li wan dixwin. Li gorî agahiyan, leşker ketin û derketina taxên hatine qedexekirin, li welatiyan asteng dikin.
KETIN Û DERKETIN QEDEXEYE
Hat ragihandin ku welatiyên debara xwe bi sewalkariyê dikin, ji ber sewalên wan nexweş ketin bangî bijîşkên beytar kirin, lê destûr ji bo wan jî nehat dayîn ku bikevin herêmê. Welatiyên taxê li ser vê yekê li rayedarên Midûriyeta Çandinî û Sewalkariyê gerin, lê wan jî ji welatiyan re gotin “Ji ber herêmê hatiye qedexekirin, ew nikarin bên herêmê.”
Hat destnîşan kirin ku ji ber bijîşkên beytar nekarin biçin herêma hatibû qedexekirin, gelek sewalên welatiyên taxan mirar bû. Di vê navberê de, hat diyar kirin ku ji ber arîzeyê ceyrana gundê Bîrlîk qût bûye û ekîbên DEDAŞ’ê yên çûn herêmê pirsgirêka azîzeyê çareser kirin.
Li aliyê din, hat gotin ku li herêmê dem bi dem pevçûn rû didin.