ÊLIH – Hevserokê HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç ê li Miduriyeta Polîsan di binçavan de bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got: “Ev polîtîkaya çewisandinê ye. Tiştên diqewime berdewama komploya 9’ê cotmehê ye.”
Di operasyona li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de ya 3 rojan de li 6 bajaran 140 endam û rêveberên partiyê hatin binçavkirin. Di nav binçavkiriyan de Hevserokên Rêxistina HDP’a Êlihê Bêrîvan Helen Işik û Nîzamettîn Toguç jî hene. Toguç û 8 kesên pê re roja şemiyê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Rêxistina HDP’a Êlihê duh li ber deriyê avahiya partiyê xwest binçavkirina bi daxuyaniya çapameniyê şermezar bike. Polîsan destûr neda daxuyaniyê û bê ser û ber mudaxeleyî HDP’yan kir û Hevserok Bêrîvan Helen Işik derb kirin û binçav kirin. Li bendê ye Işik îro derxin dozgeriyê û îfade bide. Ji ber “biryara nepenî” danîn ser dosyeya Toguç dema binçavkirina wî didome.
‘WÊ TÊKOŞÎNA ME YA DEMOKRATÎK BIDOME’
Toguç di binçavan de bi rêya parêzerên xwe peyam şand derve û wiha got: “Em ê qet û qet dest ji siyaseta demokratîk bernedin. Ev polîtîkaya çewisandiniyê ye. Ev tiştên diqewimin dewama komploya 9’ê Cotmehê ye. Em dixwazin bi rêyên demokratîk xwîna tê herikandin bidin sekinandin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê bidin. Têkoşîna me ya demokratîk wê dewam bike.”