MÛŞ - Rayedarên Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê, nameya rojnamegerê girtî Îdrîs Sayilgan a derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de nivîsand “bi fikar” dît û dest danîn ser nameyê.
Rayedarên Girtîgeha Tîpa E ya Trabzonê, nameya nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) a bi KHK’ê hat girtin Îdrîs Sayilgan a derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn de nivîsandibû “bi fikar” dît û dest danîn ser nameyê.
‘BI FIKAR HAT DÎTIN’
Rojnameger Sayilgan ê 2 salin girtiye, di hevdîtina telefonê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê her roje diçe zêdetir dibin ji malbata xwe re vegot û wiha got: “Ji ber ku ez rojnamegerim, min xwest bi nameyekê balê bikişînim ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn. Min naveroka nameyê bi zimanê nûçeyan pirgirêkên li girtîhê tên jiyîn nivîsand. Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê, piştî xwendina nameyê, nameya min ‘bi fikar’ dît û destûr neda nameya bin bigihije çapemeniyê.”
BÊMAFÎ ZÊDE DIBIN
Sayilgan, da zanîn ku mafên girtî û hikûmxarên di dema OHAL’ê de ji wan hatin girtin, piştî OHAL’ê jî ev mafên wan nedan wan û wiha rêz kir: “Em dixwazin mafên me yên ji me girtin paşve bidin me. Piştî OHAL’ê tu tişt neguherî. Hemû mafên me yên civakî paşve nedan me. Mehê carekê mafê sporê didin me. Niha hemû falîyetên hobî hatine qedexekirin. Rojnameyên em dixwazin nadin me. Dayîna kovar û pirtûkan bi sînor kirin. Di demê xwe de me nabin revîrê û dema me dibin jî pir derengî dibin.”
Sayilgan, destnîşan kir ku li girtîgehê her roja derbas dibe, bipêkirinên mafan, kiryarên keyfî û muameleyên xerab zêdetir dibin. Sayilgan di dawiya axaftina xwe de banga hestiyariyê kir.