EDENE – Xebatkarê Kovara Ozgur Toplumê Fahrettîn Kiliç ê piştî 18 meh şûn ve hat berdan diyar kir ku li girtîgehên Kurkçuler û Tarsûsê binpêkirina mafan li ser hev diqewime û jiyan û rûmeta mirovan tune tê hesibandin.
Xebatkarê Kovara Ozgur Toplumê Fahretîn di 31’ê adara 2017’an de hatibû girtin ewil li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ma û pişt re jî wî birin Girtîgeha Jimara 1’an Tîpa T ya Tarsûsê. Kiliç piştî 18 meh şûn ve ji di 18’ê îlonê de hat berdan. Kiliç behsa binpêkirina mafan a li girtîgehan kir û got dema wî ewil birin Girtîgeha Kurkçulerê di lêgerîna tazî de derbas kirin û pişt re jî binpêkirina mafan dest pê kir.
Kiliç diyar kir ku yên nû tên girtin wan li qawîşên serbixwe radigirin û bi girtiyên FETO û DAIŞ’ê re wan derdixin korîdaran. Kiliç got dema girtiyan dibin dadgeh û nexweşxaneyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin û yên van pêkanîn qebûl nakin nabin tedawiyê.
‘LI PEY PROVOKATÎFAN E’
Kiliç anî ziman ku piştî 9 meh li Girtîgeha Kurkçulerê ma û di vê demê de girtîgehê bi awayek sîstematîk zext li girtiyan dikir û îdareya girtîgeha tevgerên provokatîf dikirin.
‘BINPÊKIRINA MAFAN A GIRAN LI TARSÛSÊ HEYE’
Kiliç da zanîn ku di 26’ê kanûna 2017’an de bi 39 girtiyan re sewqî Girtîgeha Tarsûsê hat kirin û dema wan anîn vê girtîgehê di lêgerîna tazî de derbas kirin. Kiliç got yek ji cihê herî ku zêde binpêkirin mafan a giran lê diqewime Girtîgeha Tarsûsê ye û got: “Li ser piya mîna jimartina eskerî jimartinê pêk tînin. Pêkanîna tev li hev bike û li hev bîne li wir jî heye. Alavên me mîna radyo û cilên me nedidan me. Hemû aktîvîteyên civakî hatine astengkirin. Sînorkirinê anîne ser pirtûkan. Hevdîtinên me yên vekirî û girtî anîne ser 30 deqîqeyî. Di bin navê lêgerînê de her roj qawîşên me ser û bin dikirin. Dema qawîşan lêgerîn dikin jî hemû girtiyan derb dikin. Ez jî di lêgerînê de hatim derbkirin.”
MA / Hamdullah Kesen