AMED – Polîsan li Semta Ofîsê ya Amedê bi ser kargehekê de girt û 2 kesan bi lêdanê binçav kir.
Li Semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîra Amedê polîsan bi ser kargehê de girt. Polîsan li kargehê lêgerîn pêk anî û kesên bi navê Muslum Gurkan û Davut Yakişir binçav kir. Polîsan dest danî ser telefona her du kesan û wêneyên di telefonê de hincet nîşan da û li her du kesan da.
Piştî lêgerîna li kargehê Gurkan û Yakişir birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.
Hat zanîn ku her du kes jî bi îdiaya li ser medya civakî “propaganda rêxistinê kirine” hatin binçavkirin.