ENQERE – Dozger dewama girtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş xwest. Demîrtaş jî wiha bersiva dozger da: “Biryara hûn bidin diyar e, ez berdana xwe naxwazim.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji doza tê darizandin di roja duyemîn de li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Girtîgeha Sîncanê derket pêşberî dadger.
Demîrtaş ji ber rêya dirêj û rewşa tenduristiyê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Gellek wekîlên HDP’ê dozê şopandin. Parêzerên Demîrtaş jî amade bûn.
Demîrtaş ji cihê duh parastina wî mabû dewam kir. Piştî parastina Demîrtaş, dozgeriyê bi hinceta “delîlên sûcê li ser ku pêk aniye bi qewete” dewama girtina Demîrtaş da.
‘BIRYARA HÛNÊ BIDIN DIYAR E’
Demîrtaş jî bersiva Dozger da û wiha got: “Heta îro min berdana xwe daxwaz nekir û ez ê dîsa daxwaz nekim. Zêde hindik biryara jixwe hûnê bidin diyar e. Ez berdanê daxwaz nakim. Ez dixwazim parêzerên min mafê axaftinê bigirin.”
Heyeta dadgehê navber da danişînê.