ŞIRNEX – Bi ser kuştina Haci Lokman Bîrlîk (24) ê bi pey maşîneya zirxî ya polîsan ve hat kaşkirin re 3 sal derbas bû. Di vê demê de 5 dozgerên lêpirsîna bûyerê hatin guhertin. Lêpirsîn hêj veneguheriye dozê. Birayê Bîrlîk, Mehmet Bîrlîk got a bi erdê re hat kaşkirin mirovahî bû û 3 sal e tu guhertinek di dosyeyê de çênebûye.
Li navenda Şirnexê Haci Lokman Bîrlîk (24) di 3’ê cotmeha 2015’an de bi 28 guleyan hat kuştin û pişt re bedena wî ya bê ruh bi pey maşîneya zirxî ya polîsan ve hat kaşkirin. Bûyera di raya giştî de deng veda pişt re ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve lêpirsîn hat destpêkirin.
Li ser fermana Wezaretê ku ji aliyê Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ve lêpirsîna îdarî hat destpêkirin du polîsên tev li bûyerê bûn û dîmen kişandin ji peywîrê hatin girtin.
Dihat gotin “Polîsên ji peywîrê hatin girtin” pişt re derketibû holê ku li Miduriyetên Polîsan ên cuda li ser kar in.
Parêzerê malbata Bîrlîk der barê polîsan bi hinceta kuştina hovane der barê her du polîsan de giliyê sûc kirin.
SERDOZGERIYÊ DER BARÊ 6 POLÎSAN DE LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN
Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di heman rojê de ji Miduriyeta Polîsan daxwaz kir ku navê polîsên wê rojê li ser kar bûn bê radestkirin. Piştî mehekê 6 polîsên di maşîneya zirxî de bûn radestî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê der barê van her 6 polîsan de bi sûcdariya “Li dijî bîranîna kes heqaretê kirin e” lêpirsîn da destpêkirin.
Her 6 polîsên di kuştina Bîrlîk de li ser kar bûn kirinên xwe înkar kirin.
AXAFTINÊN LASERKÊ LI DOSYEYÊ HAT ZÊDEKIRIN
Di pêvajoya lêpirsînê de axaftina laserkê ya polîsên ku Bîrlîk li pey maşîneyê kaşkirin li dosyeyê hat zêdekirin.
Axaftinên laserkê yên cenazeyê Bîrlîk ferman ji wan re hatiye û bi organîzeyî bi pey maşîneyê ve danîne wiha ne
“ Laserka A: Asayîş… Hat fêmkirin, heke hûn dikaribin wêne bikişînin dê baş bibe
Laserka A: Asayîş… Ne rast e, me kes negirt, gelo em çengel pê vekin midurê min?
Laserka B: Asayîş… Rast e. Çengel divê niha çengel we derbas kiribe, bi rêya çengel em kaş bikin û ji wir derxin.
Laserka A: Asayîş… Hat fêmkirin. Niha ekîba ku çengele wan heye hene gelo?
Laserka C: Asayîş… Benê ku wê vî bikişîne bi min re heye. Bi te re… Ez ê vî bi kaşkirinê bibim.
Laserka A: Asayîş… Hat fêmkirin, em derbasî pêş dibin. Hûn wê çengelê pê vekin.
Laserka C: Asayîş… Temam keko derkeve pêş. Ez bi erebeyê derkevin perdeya pêş û nêz bibim. Ez ê ben girê bidim û kaş bikim. Temem gelo?
Laserka A: Asayîş… Hat fêmkirin ku hûn derdikevin. Yanî hûn wî dikişînin?
Laserka C: Asayîş… Niha ez ê dest bi kişandinê bikim keko. Li pişt min hûn jî kontrol bikiz dibe gelo?
Laserka A: Asayîş… Ezbenî ji bo di warê ewlehiyê de heke guncav bibe herî dawî hûn vir biterikînin…
Laserka C: Asayîş… Ezbenî em vî p..î bibin ku?
Laserka D: Asayîş… Bibin Miduriyeta Emniyetê.
Laserka E: Asayîş… Vê ekîba dikişîne em bibin ber karakolê. Em vî bigirin lê bila dîmen li derdorê bela nebe. Ez li pey te me. Em rê bigirin. Em vî wisa bigirin û bibin hundir.”
Ji bo van axaftinên laserkê li dosyeyê bê zêdekirin, parêzerên malbata Bîrlîk ji bo polîsên axaftinê wan diyar bibin û doz der barê wan de bê vekirin ji nû ve serî li Serdozgeriyê dan. Li ser gilîkirina parêzeran, Serdozgeriyê ji Miduriyeta Polîsan a Bajêr re ferman şand û yên vê fermana kuştinê û kaşkirinê dane û polîsên fermanê bicih anîne nasnameya wan bê aşkerekirin û ji wan re bê şandin.
DI 3 SALAN DE 5 DOZGER HATIN GUHERTIN
Lêpirsîna derbarê polîsên nasnameyên wan hatin tespîtkirin, bi dosyeya lêpirsîna berê ve kirin yek. Lê ji roja lêpirsîn hat destpêkirin û vir ve, di nava 3 salan de, ligel ku 5 dozger hatin guhertin jî, heya roja îro tu pêşketinek cîd çênebûneye. Birayê Bîrlîk ê hat kuştin Mehmet Bîrlîk, darbarê birayê xwe û fikarên xwe yên ser lêpirsînê bê girtin de axivî.
‘DILÊ HEMÛ ŞIRNEXIYAN ÊŞIYA’
Bira Mehmet Bîrlîk, diyar kir ku ew bi birayê xwe Hacî re heya demekê li girtîgehê di heman qawîşê de man û wiha got: “Birayê min bi hemû kesan re diaxivî û kesên bi wan re axivîn jî, bandor li ser wan dihişt. Ji ber vê yekê di merasîma cenazeyê de xwedî derketine mezin hebû. Dilê hemû malbatên Şirnexiyan êşiya û mirina birayê min bandorek mezin li ser wan kir. Bi erdê ve kaşkirina cenazeyê birayê min, xwestin peyama “Ew heza me heye ku em ziman, çanda û jiyana te qedexe bikin. Bi zanibe, em dikarin li ser bendena te ya bêruh jî bi her awayî zordestî bikin” bidin. Li ser ciwanên kurd mînakên wiha pir zêdene.”
‘XWESTIN KENÊ HEVALÊN ME BI ME BIDIN JIBÎRKIRIN’
Bîrlîk, da zanîn ku ev demek dirêje dûrî Şirnexê dimîne û wiha bilêv kir: “Her ku ez têm Şirnexê biranînên min ji nû ve zindî dibin. Dema ev bîranîn zindî dibin, wê demê hêrsa min jî mezintir dibe. Gelek taxên Şirnexê hilweşandin. Tenê bi awayekê fîzîkî ne xwestin tune bikin. Di heman demê de xwestin çand û hişmendiya wê jî tune bikin. Xwestên taxên me yên, me lê bazdayî û lîstî bi me bidin jibîrkirin. Xwestin ken û biranînên hevalên me bi me bidin jibîrkirin.”
‘EM JIYANA WAN A DI NÎVÎ DE MAYÎ DIJÎN’
Bîrlîk, têkildarî lêpirsîna derbarê kuştina birayê wî hat vekirin de jî, axivî û wiha bi dawî kir: “Tu heviya me tuneye. Ji ber ku di bûyerên wiha de heya niha tu tişt bi encam nebûye û wijdana civakê rehet nekirine. Kesên ku navên wan di bûyerê de derbas dibin, li şûna ku ji peywirê bigirin, erke wan bilindtir kirin. Divê em edaletekê wijdanê ava bikin. Em bîranînên wan jibîr nekin û nedin jibîrkirin. Encex bi vê yekê em karibin edaleta wijdanê ava bikin. Em jiyana wan a di nîvî de mayî dijîn. Heya ku rojek ji emrê me hebe, em wan bînin aqlê xwe û wisan bijîn. Tu biryar, dê tu carî êş û derdên me kêm nekin.”