MÊRDÎN – Wezareta Karê Hundir ji bo tazmînatê bide malbata Mursel Hacioglu yê polîs li Mêrdînê di pevçûnekê de hatibû kuştin, doz li malbata 2 endamên PKK’ê ku bi îdiaya tevli bûyerê bûne vekiribû. Doz hat redkirin. Lêçûyînên darizandinê jî li ser Wezaretê ma.
Li Mêrdînê di tebaxa 2003’an de di êrîşek li dijî nokteya polîsan de pevçûn derketibû û polîsê bi navê Mursel Hacioglu û endamê PKK’ê Alî Akman jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê malbata Hacioglu serî li Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê da û der barê Wezareta Karê Hundir de doza madî û manevî vekir. Doz di kanûna 2014’an de bi encam bû. Dadgehê malata polîs mafdar dît û xwest Wezareta Karê Hundir 22 hezar TL ji bo manevî û 62 hezar û 656 TL û 88 qirûş tazmînata maddî bê dayîn.
DOZA WEZARETÊ LI MALBATÊN PKK’YAN VEKIR HAT REDKIRIN
Wezaretê tazmînatê da malbata polîs. Li ser vê yekê Wezaretê xwest malbata PKK’yî Akman û endamê PKK’ê Şerîf Şimdî yê di 2013’an de jiyana xwe ji dest da doza “Tazmînata Rucuen” li malbatê wan vekir. Pişt re dadgehê xwest her du dosye bibin yek. Parêzerê malbata Akman û Şîmdî xwest doz bê rdkirin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê dozê ji esas red kir. Di biryara redê de hat xwestin Wezaret lêçûyînên dozê bide.
Dadgehê diyar kir ku berpirsyariya tazmînatê ya malbatên Akman û Şîmdî jî nîne. Dadgehê xwest 22 hezar û 267 lîre û 67 qirûş ji yê dozê vekiriye bê girtin û bidin yên bûne mexdûrê dozê.
MA / Ahmet Kanbal